Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin 2017-10-21 20:44:18 ÎZMÎR – Parlamentera HDP’ê  Meral Daniş Beştaş, di çalakiya jinan a Îzmirê de axivî û diyar kir tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser aştiyê ye û tu hêz nikare xwe li hemberî berxwedanê bigire û wiha got: "Teqez em dê bi ser bikevin. Dereng nêzîk dê deriyên Îmraliyê vebe. Ji ber ku em mafdar in."   Meclîsa Jinan a HDP'ê li Îzmirê bi silogana "Wisa nameşe, jin destûr nadin" tundiya li dijî jinan şermezar kirin. Jin li Qada Gundogdu kom bûn û pankarta "Em li dijî komkujiya jinan di îsyanê dene" vekirin û wêneyên wekîlên jin ên HDP'î yên girtî vekirin. Jinan di çalakiyê de bê navber siloganên "Jin jiyan azadî","Bijî piştevaniya jinan" berz kir. Di çalakiyê de parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Danış Beştaş û Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat tev li çalakiyê bû. Ewil Hevseroka HDP'ê ya Îzmirê Gulay Bilicî,  diyar kir ku jin dê li dijî polîtîkayên îktîdare yên li ser jinê dimeşîne derkevin û van polîtîkayan qebûl nakin.    DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ VEBE   Parlamentera HDP’ê Mizgîn Irgat jî tecdira li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest demek berî demekê deriyên Îmraliyê bê vekirin. Irqat xwest teqez Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevditin bike û wiha gto: "Ji ber ku Îmralî deriyê aştî azadi û demokrasiya Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ji ber ji bilî aştî, azadî û diyalogê tu rêyên çareseriyê tune ye."    Irgat siyaseta AKP'ê ya li ser jinan jî rexne kir û anî ziman ku ev yek nayê qebûlkirin.    Parlamentera HDP’ê Meral Danış Beştaş jî polîtîkayên AKP'ê yên li ser jinan rexne kir û wiha got: "Diwaze dest û piyê jinan girê bide. Dixwaze bi vê zagonê xebata jinê bi destûra mêr ve girê bidin. Ev yek nayê qebûlkirin. Em jin destûr nadin vê yekê.  Zaroka Mamoste Ayşe dê li welatekî azad bijî. Mamoste Ayşe got bila zarok neyên kuştin hat girtin. Em soz didin zaroka mamoste Ayşe dê li welatekî azad bijî.    ZÛ DERENG DERIYÊ ÎMRALIYE DÊ VEBE   Beştaş, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha bi dawî kir: "Tercrîd li ser aştiyê tê meşandin. Di pêvajoya çareseriyê de hemû dayikan nefes stend. Niha ne xeyalên cenazeyên zarokên xwe, xeyalên pêşerojek azad û aştiyê difikirin. Lê niha 2 sal û nîvin tecrîda giran heye û cenaze tên. Hêvî û bendewariyên Tirkiye tê asteng kirin. Tu hêz nikare li hemberî berxwedan û maf bi ser bikeve. Dawiya dawî deriyê Îmraliyê dê vebin. Em dê bi ser bikevin. Ji ber ku em mafdar in."