ROJEVA 2'YÊ ÎLONA 2018'AN 2018-09-02 09:00:07   * Berdevka Meclîsa Jina ya HDP'ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, bilêv kir ku ew bi ruhê seferberiyê amadekariyên hilbijartina herêmî dikin û got: "Em jin ji bo destkeftiyên xwe yên ku tevî hemû çewisandinên dewletê me bi dest xistin dîsa bi dest bixin, em hilbijartinên herêmî wekî firsendekî dinirxînin."   * Parêzvanên mafên mirovan qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ku hikûmeta AKP'ê ew qedexe kir wekî "xwedîderketina li dewleta kûr" pênase kirine û parlementerên HDP û CHP'ê jî destnîşan kirin ku ew ê tevî xizmên windayan tim li wê qadê bin.    Li Idlibê ya dengê şer lê bilind dibe, her kes ketine pey hesap û berjewendiyên xwe û hespê xwe ji bo xwe dibezînin. DYA, Fransa, Almanya, Rûsya, Tirkiye, Îran ku berjewendiyên xwe diparêzin, QSD û Rejîm ji bo paqijkirina Idlib û Efrînê bazariyê dikin.      * Endamên Kongreya Azadiyê ya Kedkaran (EMK) Mahmut Alinak û Arkadaş Canpolat, dê ji Îstasyona Amedê heta Cizîrê dest bi meşa "Li dijî hovîtiyê meşa heq" bikin. (11.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pêk bînin. (15.00)