Walî Êlihê jî çalakiya Şemiyê qedexe kir 2018-09-01 14:31:30   ÊLIH – Piştî li Stenbol û Amedê walî çalakiyên Xizmên Windayan ên şemiyê qedexe kirin,  Waliyê Êlihê jî çalakiya Kolana Gulîstanê ya xizmên windayan a Şemiyê qedexe kir.      Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê xwest di hefteya 405'an de li Kolana Gulistanê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bike. Lê piştî Waliyê Stenbolê û Waliyê Amedê çalakiyên Dayikên Şemiyê û Xizmên windayan ên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" qedexe kir, Waliyê Êlihê jî çalakiya Xizmên Windayan a Kolana Gulistanê qedexe kir. Piştî walitiyê çalakî qedexe kir, polîsan bi TOMA û maşîneyên zirxî kolana Gulistanê girtin û destûr nedan ku malbat çalakiye pêk bînin. Bi sedan polîsên zirxî li kolanê barîkat danîn û destûr nedan malbat têkevin kolanê.    Piştî destûr nehat dayîn û polîsan çalakî asteng kir, Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran, xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, derbasî Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bûn. Polîsan jî heta Şaxa ÎHD'ê xizmên windayan şopandin. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li şaxa ÎHDê pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin û wêneyên windayaran rakirin.    'ÇALAKÎ NAYÊ ASTENGKIRIN'   Di çalakiyê de Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Devran Yildiz, diyar kir ku êrîşa li dijî çalakiya dayikan nayê qebûl kirin û nikarin çalakiyen wan asteng bikin. Yildiz, xwest rayedar ji Dayikên Şemiyê leborinê bixwazin.  Yildiz, di hefteya 405'an de aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê di 1993'an de li Farqînê ji aliyê Hîzbûllahê ve hat revandin pirsî û çîroka Akyildiz xwend.