Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin 2017-10-21 16:31:51 KAYSERÎ -  Şaredariya Bajarê Mezin a Kayseriyê ya AKP'ê îsal cara yekemîn Fûara Pirtûkan a Kayseriyê amade kir, di fûarê de êrîşê Îhsan Elîaçik kirin. Weşanxaneyê xwest fûar bê şermezarkirin. Îsal cara yekemîn di pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kayseriyê ya AKP'ê de Fûara Pirtûkan a Kayseriyê hat amadekirin, di fûarê de êrîşê nivîskar û îlahyatvan Îhsal Elîaçik kirin. Komê xwest Elîaçik fûarê terk bike, heqaret kirin û ji polîsan xwestin Elîaçik ji fûrarê bê derxistin. Elîaçik ji bo şahiya fûarê hat qadê, polîsan nehişt Elîaçik bikeve fûarê.   'BERPIRSYAR ŞAREDAR E'   Elîaçik der barê êrîşê de axivî, berî ku qadê biterikîne ev tişt got: "Şaredarê Kayseriyê gefên dê min nexe fûarê û bi zora polîsan min derxe dixwar. Were û vê tişta ku te gotiye bike, dibe ku tu ji îstifayê xilaz bî."    JI WEŞANXANEYAN DAXUYANÎ   Weşaxaneya Tekînê ya weşangeriya Elîaçik dike bertek nîşanê êrîşê da û ev tişt got: "Em berhev dikin, ev bamga ji bo hemû weşanxaneyan e ku vê fûarê şermezar bikin." Weşanxaneya Ayrintiyê jî bertek nîşanê êrîşê da û aşkera kir ku ew ê fûafê terk bikin. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Em hemû êrîşên li dijî reman, pirtûk û gotinê red dikin, em hêvîdar in ku weşanxaneyên serwext jî di vî warî de berteka xwe bidin nîşan."