'Girtiyê nexweş Donmez berdin' 2017-10-21 15:04:35   STENBOL  - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di çalakiya "Rûniştina F" a vê heftê de, bal kişand ser rewşa Tekîn Donmez ê bi nexweşîna şîzofrenê ya giran ketî û xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser tenduristiya girtiyên nexweş, mîna her hefteyê, îro jî li Qada Galatasarayê 291’emîn "Rûniştina F" pêk anî. Di çalakiyê de pankarta “Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin” û “Tecrît dikuje, piştevanî dide jiyîn” vekirin û wêneyên girtiyên nexweş rakirin. Çalakgeran dirûşmên “Ji îşkenceya OHAL’ê re êdî bese”, û “Bila Tekîn Donmez bê berdan” berz kirin, bal kişandin ser rewşa tenduristiya Tekîn Donmez û xwestin serbest bê berdan.  Xwişka Donmez Meral Donmez têkildarî rewşa tenduristiya Donmez agahî da û wiha axivî: “Êdî birayê min nikar biaxive.”   ‘BÊ MAFÎ LI GIRTÎGEHAN ZÊDETIR BÛN’   Nur Surer daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê xwend û wiha axivî: “Me hefteyek herî zêde bê mafî lê jiyîn, li dû xwe hişt. Li girtîgehan ev rewş xerabtir bûye. Li ser girtiyan tundiya fîzîkî û derûnî heye. Her roja derbas dibe ev êrîş mezintir dibin.”    ‘JI SEDÎ 70 ASTENGDARE’   Surer, anî ziman ku Tekîn Donmez ê di sala 2001’an de hat girtin, ji ber tenduristiya wî di sala 2006’an de hat berdan û wiha got: “Donmez di 2011’an de cardin hat girtin. Piştî cezayê xwe temam kir di sala 2014’an de hat berdan. Bi dehan car li girtîgehê xwest întîhar bike. Zirar dida xwe û hevalên xwe yên di qawîşê de. Li gel ku rapora wî ya nikare li girtîgehê bimîne heye jî serbest nayê berdan. Ji sedî 70 Donmez astengdare û nikare li girtîgehê bijî. Ji vê nexweşîna xwe ew negirtin leşkeriyê jî, li girtîgehê digirin.”   ‘DERMANÊN WÎ NADINÊ’   Surer dest nîşan kir ku Donmez di 18’ê Adara 2017’an hat girtin û wiha bilêv kir: “Ji roja ku Donmez birin Girtîgeha Hejmara 2 a Sîlîvriyê heya niha dermanên wî bi pergal nedayînê. Di nava 7 mehan de dönmez cardin birin Nexweşxaneya Nexweşînên Rih û Damar a Bakirkoyê. Cardin teşhîsa astengdariyê li ser hat kirin. Dermanên wî guhertin, bandora dermanên nû li ser nebaş dike û cardin sewqî nexweşxanê kirin û derbamanên wî yên kevin jêre nivîsîn. Her ku diçe rewşa Donmez xirabtir dibe. Divê dimildest bê berdan.”      Surer bang li rayedarên dewletê kir ku dimildest girtiyên nexweş serbest berdin.