'Ocalan xeta kurdan a sor e' 2017-10-21 14:56:00   AMED - Wekîla HDP'ê ya Amedê Feleknaz Uca bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:  “Ocalan xeta kurdan a sor e. Zû tecrîdê bi dawî bikin û pêşî li hevdîtina bi Ocalan re vekin".   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê bi daxuyaniyekê bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kir. Di daxuyaniyê de Wekîla HDP'ê Feleknaz Uca, rêvberên navçe û navendê yên HDP û DBP'ê, saziyên sivîl û gelek kesan cih girt. Ruxmê astengiya polîsan jî bi dehan kes li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê.   Uca destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de vîna gelê kurd rehîn hatiye girtin, 19 sal e Ocalan di binê tecrîdê de ye û îro AKP û MHP vê polîtîkaya tecrîdê kûr dikin û demek dirêj e tu agahiyan ji Ocalan nagirin. Uca pirsa "Li Îmraliyê çi diqewime?" ji dewleta tirk kir û wiha pê de çû: "Piştî pêvajoya çareseriya demokratîk bi destê hikumetê hat rûxandin, ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve agahî ji Ocalan nayê girtin." Uca di dewama pirsên xwe de pirsên wekî "Sedema astengkirina hevdîtina bi Heyeta Îmraliyê çî ye? Çima mafên Ocalan ji destê wî hatine giritn? CPT çima rapora xwe aşkera nake? Çima hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin? û çi ji gelên li Rojilata Navîn tê veşartin" ji rayedarên dewletê kir û xwest demil dest agahî ji Ocalan bê girtin.   ‘OCALAN XETA ME YA SOR E’   Uca piştrast kir ku Ocalan rola xwe ya aştî û çareseriyê her tişt raxistiye ber çavan û wiha axivî: "Di şexsê Birêz Ocalan de gelê kurd rehîn hatiye giritn. Divê her kes baş bizanibe ku Ocalan xeta sor a gelê kurd e. Em li dijî tiştên ku diqewimin hikumetê hişyar dikin; bila tecrîd bê rakirin. Em azadiya Ocalan dixwaizn. Divê Ocalan bi gelê xwe re azadiyê ava bike."   Uca bal kişand ser azadkirina Reqqayê jî û bertekek tund nîşanê manşetên ku rojnameyên tirkî avêtine û ev tişt got: "Reqqa jî, Kerkûk jî û Amed jî dilê Kurdistanê ye. Dê têkoşîna azadiyê ya gelê me dewam bike." Uca herî dawî xwest demil dest divê hevdîtina bi Ocalan re bê lidarxistin û piştrast kir ku dê gelê amedê li dijî tecrîdê bêdeng nemîne.