Di mehekê de14 zarok li Rihayê xeniqîn 2018-08-29 10:15:29   RIHA – Li Rihayê di navbera meha Tîrmeh û tebaxê de 14 zarok di Çemê Firat, bendav û galan de xeniqîn. Lê heta niha li hemberî vê yekê ne şaredarî û ne jî saziyên fermî tu tedbir negirtine.    Li Rihayê ku germahî heta 45-50 pîleyî zêde dibe, gelek welatî ji bo xwe hênik  bikin dikevin bendav, qanalên avê û Çemê Firatê. Lê ji ber ku tedbîr nayên girtin, di nava mehekê de 14 zarok di avê de xeniqîn. Denê di demsala dawî de 60  kesan jiyana xwe ji dest da. Lê li hemberî vê yekê rayedarên şaredarî û rêxistinên fermî tu tedbîr negirtine.    Di 06'ê Tîrmehê de 3 zarokên Sûriyeyî di Firatê de xeniqîn. Li Hîlvanê Mehmet Yildirim  di gola bendavê de xeniqî. Li Heranê zarokê 6 salî Îsmail Denîz xeniqî. Li Qanala avê ya Sirrinê zarokê Sûriyeyî Muhammet Ahmet Tayer  xeniqî. Di Cejna Qurbanê de li heman qadê 4 zarokên din xeniqîn. Di 18-28'ê Tebaxê de li Hewag, Bîrecîk, Xalefetiyê jî 4 kesên din xeniqîn.    JI BO 94 HEZAR KESAN HAWIZEK HEYE   Li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê ku nifûsa wê 94 hezar û 277 kes in, tenê hawizekî avê yê avjeniyê heye. Zarokê 17 salî Mehmet Çoban, diyar kir ku germahî zêde ye û ji bo xwe hênik bikin neçar in têkevin çemê Firatê. Firat anî ziman ku ew dizanin talûke ye, lê avjenî pir xweş e û nikarin nekevin avê.