Çûyîna heyeta HDP’ê ya Pertekê jî hat astengkirin 2018-08-28 16:11:34   DERSIM – Heyeta parlamenterên HDP’ê ya li ser rêya Pilîmûriye û Xozatê hatin astengkirin, çûyîna wan a Pertekê jî ji aliyê qeymeqam ve hat astengkirin.    Heyeta ji parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêk tê li Dersimê çûyîna wan herêma şewatê û operasyonê tê astengkirin. Heyet ewil xwest biçe herêma şewatê ya li herêma Geliyê Balî, lê polîs û leşkeran bi hinceta “li herêmê operasyon heye” li ser rêya Pilîmûriye û Xozatê ew asteng kirin   Heyetê li ser rê çalakiya rûniştinê li dar xist û astengkirinê şermezar kir. Pişt re heyetê xwest di ser navçeya Pertekê de biçe herêma şewatê, lê dîsa heyet li durêya Xozat, Çemîşgezek, Pertek û gundê Hidirdami ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Leşkeran ji wekîlan re ragihand ku qeymeqamê navçeya Pertekê Arîf Gul “çûyîna wekîlan a navçeyê” asteng kiriye.    Heyet demek li vir jî sekinî û bi boneya li navenda Dersimê daxuyaniya çapemeniyê bide vegeriya.