Walî destûr neda Wekîlên HDP'ê beşdarî definkirina Koçer bibin 2018-08-28 13:48:54   MÛŞ - Cenazeyê girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku dest û piyê wî kelepçekirî bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da gihişt Gimgima Mûşê. Walîtiya Mûşê biryar da ku ji xeynî malbatê kesên din tev li merasima cenaze nebin. Parlamenterên HDP'ê li Walî geriyan, lê walî bersîv neda telefonen wekîlan.    Nexweşê penceşêrê yê girtî Koçer Ozdal (65) ê ji 19’ê tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin, di 27'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da. Ozdal di 19’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûnê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ozdal ê ji 13’ê tebaxê ve di beşa qomayê de dihat dermankirin, nexweşîna penceşêrê belavî hemû laşe wî bûbû. Ozdal ji 24’ê tebaxê ve bi temamê hişê xwe winda kiribû û bi kelepçekirî dihat dermankirin. Cenazeyê Ozdal, piştî duh birin Satiya Tipa Edlî, îro serê sibê ji Enqereyê anîn Mûşê. Cenazeyê Koçer Ozdal di saetên nîvro de gihişt Navçeya Gimgimê ya Mûşê. Karwana cenazeyê Ozdal, piştî lêgerîna saetan gihişt Gimgimê. Karwana cenaze di ketina navçeya Gimgimê de ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û hemû plakeyen maşîneyan yek bi yek hatin qeydkirin. Pişti niqaşa di navbera polîs û wekilên HDP’ê de karwan dîsa ber bi Gundê Kêrsê ve ketin rê. Karwana cenaze li gundê Înakê ku beriya bigêjin Kêrsê dîsa ji aliyê eskeran ve hat rawestandin. Eskeran diyar kirin ku ji xeynî malbatê dê destûr nedin kes beşdrarî merasima cenaze bibin. Eskeran anîn ziman ku biryara walî heye ku destûr nedin. Wekilên HDP'ê gelek caran li Waliyê Mûşê Aziz Yıldırım geriyan, lê bersîv neda telefonên wekîlan.    Piştî niqaşan malbat ketin nava gund, lê destûr nedan ku wekilên HDP'ê û welatiyên din biçin gund û destûr nedan tev li merasima cenaze bibin.