Demirtaş nehat berdan 2018-08-28 13:06:14   ENQERE - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî tê darizandin, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Demîrtaş dîsa nehat berdan.    Danişîna doza Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî tê darizandin, li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam kir. Demîrtaş ku bi îdîaya "rêveberiya rêxistinê" tê darizandin, bi riya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Demîrtaş ku daxwaznameya mezaretê nîşan da, parêzerên wî amade nebûn. Heyetê piştî li belgeyên dosyayê nerî mafê axaftinê da Demîrtaş. Demirtaş jî diyar kir ku kengî hat salona dadgehê û parêzerên wî li salonê amade bûn dê parastinê bike. Li ser vê yekê heyeta dadgehê biryara berdewama girtina Demirtaş da û doz taloqî 3'ê Cotmehê kir.