Heyeta HDP'ê ji bo şewata daristanê hat Dersîmê 2018-08-28 12:31:22   DERSÎM – Heyeta HDP'ê ku ji parlamenter û rêveberên HDP'ê pêk dê ji bo şewata daristanê ya li Dersîmê lêkolîn  bike, hat Dersîmê. Heyetê der barê şewatê de bi sazî û rêxistinên demokratîk û sivîl re hevdîtin pêk anî.    Şewata li çoltera girêdayî navenda Dersimê ku 18 rojan berdewam kir û bi hezaran dekar daristan hatin şewitandin, bi mudaxeleya dildaran hatibû temartin. Di sibeha 26'ê Tebaxê de bombebaran pêk hat û carek din şewat derket. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di 26'ê Tebaxê serê sibê saet li derdora 07.00’an 2 helîkoptêran herêma Newala Balî û Muşkirek bombebaran kirin û ji ber vê bombebaranê şewat carek din derket. Şewatê belavî herêma çoltera Rengul a Çiyayê Sincikê û li herêma Balî û Muşkirek jî şewat berfireh bû. Rêxistina HDP’ê bi armanca mudaxaleya şewata daristana Dersîmê bike îro hatin Dersimê.    Heyeta HDP'ê ku di navde Wekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bilgen, Parlamenterên HDP'ê Alican Onlu, Mahmut Togrul, Erkan Baş, Meral Danış Beştaş, Erdal Aydemir, Murat Çepnî, Mehmet Tiryaki, Dîlşat Canbaz û Kemal Bulbul hene, hatin Dersimê. Heyeta HDP'ê ewil bi Nûnerên rêxistinên civakî DEDEF, DAD, SMF, Partizan, Komeleya Derdorê ya Munzurê, Navenda Lêkolînê ya Dersîmê ya KESK'ê, Merkezi, aktîvîstê xweza û Pir Sultan re li avahiya HDP'ê ya Dersimê hatin cem hev. Der barê şewata daristanê de agahî stendin.    Hevseroka HDP'ê ya Dersimê HDP Songul Erden Şahîn, diyar kir ku bi hinceta operasyonan daristanan dişewitînin û wiha got: "Dixwazin bi şewata Daristanan siberoja Dersimê tune bikin. Li herêma şewata dakistanê lê heye bi zanebûn operasyon pêk anîn. Ji bo heyetê astengdar bikin bi zanebûn operasyon dan destpêkirin."    Piştre nûnerên rêxistinên demokratîk li ser rewşa herêmê û armanca şewata daristanan agahî dan heyetê. Heyetê piştî civînê bi esnafan re hevdîtin kirin û esnaf ziyaret kirin. Heyet piştî ziyaretê dê biçe herêma şewatê û piştî vegerê dê saet di 19.00’an de li Qada Seyit Rıza daxuyaniyê bidin çapemeniyê.