‘Yên Dayikên Şemiyê îstîsmar dike dewlet bi xwe ye' 2018-08-28 11:55:18   MÊRSÎN - Rewşenbir û akademîsyenên li Mêrsînê bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê karên Hundir Suleyman Soylu ya der barê Dayikên Şemiyê de da û gotin: "Soylu Dayikên Şemiyê bi îstîsmarê tawanbar kirin. Ev berdewama siyaseta derew u bê wîcdaniyê ye. Yên Dayikên Şemiyê îstîsmar dike dewlet bi xwe ye."    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu  der barê çalakiya Dayikên Şemiyê de daxuyanî dabû û bi îstîsmarê tawanbar kiribûn. Akademîsyenên îmze avêtin bin danezana "Em nabin şirîkê vî sûcî" û hatin îxrackirin bertek nîşanî helwesta Soylu dan. Prof. Dr. Atilla Guney ê bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku Soylu bûye wezîrê AKP'ê yê "Propagandayê" wiha got: "Tawanbarkirina Dayikên Şemiyê ya bi îstîsmarê bê wîcdanî ye. Ev dewama siyaseta bê wîcdanî û derewan e. Dayikên Şemiyê 700 heftene çalakiyê pêk tînin. Li vir dirokê dinivîsin. Dayikên Şemiyê yên kal û pîr di destê wan de wêneyên zarokên wan, çîrokên wan vedibêjin. Dîroka ku xwe nalet kiriye û bi sedsalan bûye bi komkujî û cînayetan derbas bûye teşîr dikin. Bi wîcdanê xwe dîroka bê wîcdanan dinivîsin. Heta niha tu rêbazan ev çîrok nenivîsiye. Îktîdar ji vê yekê bêzar dibe."    'DAYIKÊN ŞEMIYÊ JI NIHA DE BÛN DÎROK'   Guney, ani ziman ku hikumeta AKP'ê pirsgirekên civakî dikin şexsî û wiha axivî: "Hikûmet 'rêxistinên terorê' ava dike. Dayikên Şemiyê vê kevnepoşiya dewletê li pêş çavan radixin. Teşir dikin. Hişmendiya îktîdara faşist û wezîrê wê bi zimanê tundiyê têk diçe. Divê bilindahiya mîsyonê Dayikên Şemiyê yên Dîrokî bi iskar bê vegotin. Ew dîrokê dinivîsin. Ew bûn malê dîrokê. Soylu wan bi îstismarê tawanbar dike. Ev bê wîcdaniya wan nîşan dide.    Berdevkê Demî ye Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê Sînan Muşlu jî diyar kir ku Dayikên Şemiyê bi salan e tenê li zarokên xwe yên hatin windakirin digerin û wiha got: "Soylu ji bo demogojiyê pêş bixe van tişan dibêje. Dixwaze hişê nifşê nû aloz u tev li hev bike. Çend sal berê Dayikên Şemiyê bi AKP'ê re rûniştin û AKP'ê wê demê got 'Em dê pirsgirêkên we çareser bikin' Soz dan dayikan. Lê di salên dawî de bi rejîma otorîter û yek zilamî her tiştî înkar dikin. Divê em van derew û listikên wan teşîr bikin. Divê em bêtir têkoşîna piştevanî û demokrasiyê xurt bikin."    'YÊN DAYIKAN ÎSTÎSMAR DIKE DEWLET BI XWE YE'    Helbestvan Adil Okay jî bertek nîşanî Soylu da û wiha got: "Dayikên Şemiyê ji bo zarokên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin û windakirin li qadan in. Dayik tenê aqûbeta zarokên xwe û hestiyên zarokên xwe dixwazin. Dayikan heta niha çek nexistine destê xwe. Fermana tu rêxistinan pêk neanîne. Têkiliya Dayikên Şemiyê bi rêxistinê ve girê didin ev ne rast e. Êdî dewlet bûye AKP. Heta niha Dayikên Şemiyê kes îstîsmar nekirine. Yên Dayikên Şemiyê istîsmar dikin dewlet bi xwe ye. AKP, wekî Kenan Evren û Tansu Çiller faşizmê tercîh dike. Piştî li vî welatî Zindanên Yedikule ava kirin, zilm û berxwedan hatine hemberî hev. Li dijî vê zilmê ji xeynî berxwedanê du rê û rêbaz tune ye."   MA / Ergin Çaglar