Pekoz: Di şer de jî hiqûqek wiha nîne 2018-08-28 10:20:09   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz diyar kir ku girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê bi ranzeyê ve kelepçekirî jiyana xwe ji dest da bi tu awayî nayê ravekirin û got: “Dewlet hiqûqa dijminî pêk tîne. Lê di şer de jî hiqûqek wiha nîne.”    Girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal (65) ê ji 19’ê tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dema Ozdal jiyana xwe ji dest da dest û lingê wî bi ranzeyê ve kelepçekirî bû. Parlamenterê HDP’ê yê Edeneyê Kemal Pekoz ê li nexweşxaneyê û Saziya Tiba Edlî kar û barê cenaze dişopand got mirina bi kelepçekirî tu ravekirina wê nîne.    ‘TEHDÊ DIDIN MALBATÊ’    Pekoz anî ziman ku tehdê li malbatê hatiye kirin dixwazin vê tehdeyî bidin malbata Ozdal û wan çavtirsandî bikin. Pekoz got nexweşek di vî halî de girêdana bi ranzeyê ve li tu devera cîhanê nîne û nabe mijara gotinê.    ‘DI ŞER DE JÎ HIQÛQEK WIHA NÎNE’    Pekoz da zanîn ku hefteyek beriya mirina Ozdal malbat û parêzerên wî ji bo kelepçeyê ji destê wî derxin serî li rayedaran dane lê bes ev serlêdan bê encam maye. Pekoz bal kişand ser vê rewşê û wiha dewam kir: “Di otopsiyê bi awayek vekirî hat xuyakirin ku şopa kelepçeyê di qevdika Ozdal de heye. Ji ber vê yekê tu vê mijarê nikare bi mafê mirovan û nexweşan re rave bikî. Hemû girtî di bin banê dewletê de ne. Divê hemû pêdiviyên wan mirovatî bê temînkirin û tehde li wan neyê kirin. Girtiyên nexweş birîna kûr a Tirkiyeyê ye. Li her deverê rewşa girtiyên nexweş tê vegotin, lê belê heta niha dewletê gavek erênî neavêtiye. Wek her mijarê girtiyên nexweş jî piştguh dikin. Em dikarin vê yekê bi têkoşînek civakî bişkênin.  Dewlet hiqûqa dijminî pêk tîne. Lê di şer de jî hiqûqek wiha nîne. Ji bo ev rewş biguhere em ê têkoşîna xwe xurtir bikin.”     ‘NE HEWCEYE MIROV LI BENDA HIKUMETÊ BE’    Pekoz anî ziman ku heta îro dema ew li polîtîkaya li dijî girtiyan pêk tînin êdî ne ji hikumetê û ne jî ji dewletê tu bendewariyê wan nemaye û got: “Divê ev mijar hin bêtir bikeve rojeva raya giştî da ku gav paş ve bên avêtin.”