ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-28 09:00:39   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û got: "Me qet ew qad îstismar nekir. Me tu kesî nexapand. Ên tên îstismarkirin û xapandin em in. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn."    * KÎHEP ku bi dirûşmeya "Hay ji mafên xwe hebin, bila neheqî li we neyê kirin" tev geriya, niha li Mêrsînê amadekariyên serdema duyemîn dike. Endama Kolektîfa Keda Jinê ya Mêrsînê û perwerdekara KÎHEP'ê Ozge Goncu got: "Li hemberî polîtîkayên paşverû yên jinan nahesibînin em ê bi perwerdekirina jinan bitêkoşin."    * Rojnamevan Erdogan Alayûmat ku tevî Apê Koçer (Koçer Ozdal) ku li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê dest û piyên wî kelemçekirî bûn dihat tedawîkirin û mir di girtîgehê de ma, behsa Ozdal kir. Alayûmat got: "Di hucreyê de jî em kêfxweş dikirin."   * Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu, bal kişand ser niqaşên operasyonek eskerî ya pêkan û helwesta Tirkiye û diyar kir ku ji bilî rewşa kurdan tiştek Tirkiye eleqeder nake û wiha got: "Tenê fikara Tirkiye kurd in. Êdî tu derdê Tirkiye ku Esad tek bibin û li Mizgefta Emeviyan nibêj bikin tune ye. Tenê itîraza Tirkiye ya li Sûriye hebûna kurdan e."    * Ji parlementerên HDP'ê Garo Paylan ku di çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê de nehişt polîs Arat Dînk binçav bikin got: "Li wir ez ne Garo Paylan bûm. Em hemû neferên wê têkoşînê bûn û em li dor hev bûn xelek û ji bo hevalên me neyên binçavkirin em têkoşiyan."    * Huseyîn Ocak, kekê Hasan Ocak ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû der barê wî de daxuyanî dabû, bersiva daxuyaniya Soylû da û got: "Lêkolînên li cihê bûyerê, delîlên hatine berhevkirin nîşan dide ku kî kiriye. herî zêde delîl di doza Hasan Ocak de hene. Dadgehkirin jî didome."    * Jinên li taxa Kaynartepe ya Navçeya Rezan a Amedê dijîn, bal kişandin ser krîza aborî û diyar kirin ku krîza aborî bandorek neyînî li ser jiyana wan dike. Jinan da zanîn ku ciwanên wan ji ber xizanî û betaliyê fêrî tiryakê dibin û sedema vê yekê Tayyip Erdogan e.    * Cenazeyê girtiyê siyasî Koçer Ozdal ê 65 salî ku tevî destkelepçekirî jiyana xwe ji dest da dê li Gimgima Mûşê defin bikin.    * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş ku girtî tê darizandin dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)   * 6'emîn danişîna doza komkujiya 33 ciwanên li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê hatin qetilkirin dê li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Hilwanê bê dîtin. (10.00)    * Komîsyona Edalet û Heqîqetê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di meha 80'ê min de li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)    *  Heyeta HDP'ê ku di navde parlamenter jî hene bi armanca li qada şewata daristanan lêkolîn bikin çûn Dersimê. Piştî lêkolînê dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00-19.00)