Malbatê cenazeyê Koçer Ozdal ji ATK’ê girtin 2018-08-27 18:07:55   ENQERE - Malbata cenazeyê girtiyê nexweş Koçer Ozdal ku dest û piyê wî kelepçekirî li nexweşxaneya Nûmuneyê jiyana xwe ji dest da, piştî rapora otopsiyê ya ATK’ê dan malbatê.    Nexweşê penceşêrê yê girtî Koçer Ozdal (65) ê ji 19’ê tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin serê sibehê jiyana xwe ji dest da. Ozdal di 19’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûnê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ozdal ê ji 13’ê tebaxê ve di beşa qomayê de dihat dermankirin, nexweşîna penceşêrê belavî hemû laşe wî bûbû. Ozdal ji 24’ê tebaxê ve bi temamê hişê xwe winda kiribû û bi kelepçekirî dihat dermankirin. Cenazeyê Ozdal ji bo rapora otopsiyê birin Saziya Tipa Edli. Piştî rapora otopsiyê malbatê cenazeyê Koçer Ozdal girtin. Malbat dê sibê saet di 08.20'an de bi balafirê cenazeye Ozdîl bibin Mûşê. Malbat dê cenazeyê Ozdîl li Gundê Kersê yê Gimgimê defin bikin. Parlamenterên HDP'ê û rêveberên ÎHD'ê jî dê tevî malbata Ozdal bi cenaze be biçin Mûşê û tev li merasima cenaze bibin.