Piştî 3 salan nasnameya wê aşkere bû 2018-08-27 17:23:18   ŞIRNEX – Cenazeyê Ruken Alpaslan a ku di serdema "qedexeya derketina derve" ya li navçeya Cizîrê jiyana xwe ji dest dabû û nêzî 3 sal şûn ve cenaze aşkere bû û malbatê cenazeyê xwe li Nisêbînê defin kir.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14’ê kanûna 2015’an û 2’ê adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û di qedexeyê de yek a jiyana xwe ji dest dabû Rûken Alpaslan bû û cenazeyê demek kin beriya niha bi nimûneya DNA’yê hatibû teşhîskirin.    Cenazeyê Alpaslan li Goristana Bêkesan a Mêrdînê hatibû definkirin. Malbata Alpaslan îro çû goristanê û cenazeyê xwe wergirt û birin li gundê Qesra Serçixan a girêdayî navçeya Nisêbînê bi beşdariya gellek kesan definkirin.