Cenazeyê Ozdal anîn ATK'ê 2018-08-27 13:59:10   ENQERE – Cenazeyê girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê ku dest û piyê wî kelepçekirî bû û jiyana xwe ji dest da, anîn saziya tipa edlî ya Enqereyê.    Cenazeyê girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê li Nexweşxaneya Numune ku dest û piyên wî kelepçekirî bûn, jiyana xwe ji dest da, anîn saziya tipa edlî ya Enqereyê. Ji bo kar û barê otopsiyê yê cenazeyê Koçer Ozdal îro bê kirin li benda dozgerê ATK'ê ne.    Li pêş ATK'ê koma ku di navde malbata Ozdal û parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz jî di navde endam û rêveberên HDK, ÎHD û Înîsiyatifa Zindanan Zindan jî hene radiwestin. Cenazeyê Ozdal dê sibê saet di 08.20'an de  bişînin Mûşê. Cenaze dê li gundê Kersê yê Gimgimê bê definkirin.