Du xwişkên hev rastî îstîsmara cerdevan hatin 2018-08-27 12:32:19   COLEMÊRG – Li navçeya Geverê derket holê ku du xwişkên hev rastî îstîsmara zayendî ya cerdevan Îsa E. û Sedat E. hatine. Têkildarî bûyerê Sedat E. hat girtin û cerdevan Îsa E. jî ji aliyê cerdevanek din ve hat kuştin. Danişîna ewil a doza bûyera îstîsmarê dê sibê bê dîtin.    Li navçeya Geverê ya Colemêrgê yek jê 6 salî û ya din 12 salî yên xwişkên hev rastî îstîsmara zayendî yek jê cerdevan ên xizmên xwe Îsa E. û Sedat E. hatin. Bûyer bi vegotina ji zarokan D.E. ku ji mamosteyê xwe re behs kir derket holê. D.E. li dibistanê tev li semînerek têkildarî îstîsmara zayendî bû û pişt re çû cem mamoste û jê re got xizmê wê Îsa E. 5 sal li dijî wê îstîsmara zayendî pêk aniye û her wiha xizmê wê Sedat E. jî li dijî xwişka wê N.E. îstîsmara zayendî pêk aniye.    YEK HAT GIRTIN Û YEK JÎ HAT KUŞTIN    Piştî bûyer derket holê xwişkên hev der barê Îsa E. û Sedat E. de giliyê sûc kirin. D.E. di 25’ê gulana 2018’an de çû dozgeriyê û îfade da û piştî îfadeya wê bi rojekê xizmê wê Sedat E. bi sûcdariya “Di şiklê zincîrê de li dijî zarok îstîsmara zayendî ya biwesf” hat binçavkirin û pişt re hat girtin.    HER DU XWIŞK JÎ RASTÎ ÎSTÎSMARKIRINA XIZMÊN XWE HATIN    Piştî îfade hatin dayîn Serdozgeriya Komarê ya Geverê îdianeme hat amadekirin û dadgehê qebûl kir. Di îdianemeyê de jî hat piştraskirin ku her du xwişkên hev rastî îstîsmara zayendî hatine.    CERDEVAN ÎSA E. YÊ ÎSTÎSMARKAR HATIBÛ KUŞTIN    Di îdianemeyê de tenê derbarê Sedat E. yê girtî ne doz hat vekirin û di îfadeya li gel dozger de sûcê li ser xwe qebûl nekir. Xizmê wan û di heman demê de yê cerdevan Îsa E. beriya gilîkirina sûc bi salekê dema li kulubeyê nobed digirt walîtiyê aşkere kir ku ji aliyê hevalek xwe bi guleyê bi şaşîtî hatiye kuştin.    Danişîna ewil a dozê dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a Yuksekova bê dîtin.    Parêzer û rêxistinên jinan têkildarî dozê banga hestiyariyê kir.