Li Idlibê amadekariyên operasyonê didomin: Şer dê heta Cerablûsê belav bibe 2018-08-27 11:33:55   IDLÎB - Di şerê navxweşî yê Sûriye de derdorê Idlibê bi çek û kesên çekdar tê dorpêçkirin. Di pêvajoya ku DYA û Rûsya li hev kirin û DYA hewl dide Çînê li dervê planê bihêle, tê diyar kirin ku piştî operasyona li dijî Idlibê dê şerê komên selefî heta Efrîn, Ezaz û Cerablusê belav bibe.    Amadekariyên operasyona hêzên Rejîmê ya bi piştgiriya Sûriye û Rûsya ku li dijî koma El Nusra ya berdewama eniya El Kaide ku îdareya bajarê Idlibê xistiye kontrola xwe didome. Li Sûriyeyê hêzên herêmî, neteweyî û navneteweyî li Idlibê çalak dibin û tevgera wan zêde dibe. Tê diyar kirin ku li Idlibê rûdanek şer pêş bikeve dê heta li Efrîn û Cerablûsê jî belav bibe. Ev regeşiya DYA, Îngiltere, Fransa, Almanya, Rusya, Îran û Tirkiye ku li ser Idlibê dimeşînin, Hêza Cînê ku di nava şerê Sûriye de heye û heta niha derneketiye pêş jî hewl dide derkeve pêş. Tirkiye bi armanca komên ku piştiriyê dide wan biparêze, hewl dide rê li pêş operasyona Rûsya û Rejîma Sûriye ya li dijî Idlibê bigire. Tirkiye ji bo rê li pêş şerê li Idlibê bigire jî çend hefte ye bi Rûsya û Sûriye re dîplomasiyê pêş dixe. Dîsa amadekariya ku ji bo çareseriya pirsgirêk Idlibê li Cenevre li ser masê rûnê.    XETÊN LI IDLÎBÊ    Li ser herêma xeta ku ji Hama û Lazkiye dest pê dike û heta navenda Idlibê pêş dikeve liv û tevgerek mezin a leşkerî pêş dikeve. Li Başûrê Idlibê artêşa rejîma Sûriye, Hêzên Mîlîs ên Îranê û komên Selefî ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan li hemberî hev ketine kozikan. Sînorê di navbera wan de hin caran heta 3 kilometreyan fireh dibe. Di navbera artêşa rejîmê û komên selefî de Tirkiye nokteyên çavdêriyê ava kirine. Li der û dorê van nokteyên çavderiyê jî komên El Nusra ku berê navê wê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) bû hatine bicih kirin.    HEWLDANÊN ÇÎNÊ YÊN ROJHILATA NAVÎN   Çîn, beriya şerê li Sûriye li gel eniya Rusya, Îran û Suriye chi digirt. Çîn hewl dde ku di ser Sûriyeyê re derbasî welatên Rojhilata Navîn bibe. Çîn piştî şerê Sûriye yê navxweyî li ser xeta Lazkiye, Tartus û Baniyas yên Deriya Sipî çalak bû. Tê gotin ku li ser xeta Lazkiye barageha leşkerî ya Çînê jî heye. Bêtir hewl bide bi hêza aborî dakeve qadê. Çîn berî her tiştî ji bo bajarên ku ji şer zerar dîtine û di kontorla Rejîmê de ne hewl dide xebatê bike. Ji bo vê yekê jî butçeyek mezin veqetandiye. Di serî de li Şamê û li gelek bajarên din ên di destê rejîmê deye hew dide bi riya rêxistinên civakî xwe bi rêxistin bike.    ÇÎN JI BO DYA GEF E    Li aliyê din DYA hebûna Çînê ya li Sûriye ji bo xwe wekî gef dibîne. DYA ku berê çend hewldanên dîplomît ki Çînê pêş xist, her dem hûtê aboriyê ji bo xwe gef dibîne. Çîn ji bo DYA êdî ji halê talûkeyê derketiye û ketiye asta gefxwarinê."    HEVSENGIYA ÇÎN, RÛSYA Û DYA'YÊ    Çîn li aliyekî dixwaze li Rojhilata Navîn çalak tev bigere. li aliyê din ji bo tev li operasyona Idlibê bibe îşaret dan. DYA jî ji bo hêza Çinê ya li Rojhilata Navîn bişkîne û hevkariya Çîn û Rusya  qut bike ketiye nava hewldanan.  DYA û Rûsya li hev kirin. Rûsya û DYA ku li ser Idlibê li hev kirin, li ser Idlibê gavên dawî davêjin. Di vê pêvajoya rageşiya leşkerî li Idlibê zêde dibe tê diyar kirin ku dê şer li Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê ku hêzên selefî lê zêde ye belav bibe.      MA / Nazım Daştan