Akademîsyenên karê înşaetê dikin: Baş e me danezana aştiyê îmze kir 2018-08-27 09:23:41   ÊLIH - Akademîsyen Orhan Kaya ê di serdema qedexeya derketina kolanan de danezana aştiyê îmze kir û bi KHK'ya hêjmar 701'an hat îxrackirin, piştî hat îxrackirin ji bo debarê dest bi karê înşaetê kir. Kaya, anî ziman ku ew tu carî poşman nebûye ku îmze kiriye û wiha got: "Ez dibêjim baş e min îmze kiriye. Başe ez di nava pêvajoya dîrokî de cih digirim."      Akademîsyen Orhan Kaya ê di 2016'an serdema qedexeya derketina kolanan de danezana aştiyê ya "Ez nabim şirîkê vî sûcî" îmze kir û bi KHK'ya hêjmar 701'an hat îxrackirin, ji bo debarê karê înşaetê dike. Kaya, li ser polîtîkayên îxracê û rewşa xwe ji Ajansa Mezopotamya re axivî û da zanîn ku ew tu carî poşman nebûye ku îmze kiriye. Kaya ku akademîsyenê Zanîngeha Abant İzzet Baysal bû, her çend pîşeya wî Derûnînasî ye jî rêya kar a taybet jî li wî girtin û niha nikare pîşeya xwe bidomîne. Kaya yê 35 salî, li Zaningeha Ataturk a Erziromê beşa Îktisatê xwend. Bêyî xelas bike li Zanîngeha Dicle beşa Derûnînasiyê xelas kir. Di 2013'an de li Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê dest bi kar kir. Kara ku hat îxrackirin niha bi karê înşaetê debara xwe dike. Türkiye'nin ruh halini Mezopotamya Ajansı'na anlattı.    'DU SEDEMÊN ÎXRACÊ HENE'    Kaya, destnîşan kir ku pêvajoya îxracê dişibe îşkenceyeka derûnî bi vê yekê 2 peyaman dide û wiha got: "Peyama yekemîn dixwaze mirovan ceza bike û mirov xwe bî qîmet hîs bike û bi vê rêyê mirov neçarî îtiatê bike. Ya duyemîn jî dixwaze mirov îtîatî tevahiya civakê bike. Ez  gelek wate didim vî cezayî. Dema ku min îmze avêt vê danezanê min dizanibû pêvajoyek wisa li pêş min e. Ji ber vê yekê ez ji milê derûnî ve amade bûm. Lê dîsa jî li dijî neheqiyê mirov bêzar dibe. Piştî ez hatim îxrackirin xebatên min ên zanistî nîvco man. Lê piştî min dest bi karê înşatê kir, min disa dest bi karê zanistî kir. Piştî îmzeyê polîsan 3 caran bi ser mala min de girtin. Ez hatim binçavkirin û rastî lêpirsînê hatim. Lê dîsa ne poşman im ku min îmze kiriye. Ez dibêjim baş e ku min ev danezan îmze kiriye."    Kaya, da zanîn ku hemû kesên aştiyê dixwazin û dixwazin di nava aştiyê de bijîn, daxwaza aştiyê mafê wan ê rewa ye. Ya girîng ewe ku mirov vîn û hebûna xwe biparêze. Nasname û çanda xwe biparêze ye. Dema ku min lîse, zanîngeh dixwend jî min karê înşaetê dikir. Niha dîsa karê înşaetê dikim. Karê înşaetê ne karekî ku mirov pê rencîde bibe ye. Em li welatekî ku keda mirovan tê xwarin dijîn. Di nava ked û sermayeyê de nakokiyek mezin heye. Her dem ked dibe qurbana sermayeyê. Ji ber polîtîkayên şaş  keda mirovan tê xwarin. Ev ne tenê di sektora înşaetê de, di hemû sektorên din de jî ked tê xwarin. Di qada mamostetî, aborinasî, endezyarî u hemû qadên din de heye.    'DERÛNIYA CIVAKÊ XERA BÛYE'   Kaya, da zanîn ku ji ber qeyrana aborî her ku diçe derûniya civakê xera dibe û hem di kesan de û hem jî di civakê de êdî bertekên li dijî vê qirîzê zêde dibin. Kaya, da zanîn ku her çend krîza aborî bandorê li ser debarê bike jî lê zêdetir bi polîtîkayên tirsê, dike ku mirov bertek nîşan nede û bêzariya xwe nîne ziman. Dike ku mirov li hemberî vê krîzê bêdeng bimîne. Ji ber vê yekê bi îxrac û dûrxistina kar mirovan ditirsîne û hewl dide ku kesên îtêatkar ava bike. Mînaka vê yekê ya herî balkêş êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê ye. Lê ev tundî heta dawî wisa naçe. Civak dê bi şiklekî berteka xwe bîne ziman û dengê xwe bilind bikin."    MA / Metin Yoksu