Eren: Divê şerm bikin lê şerm nemaye 2018-08-27 09:08:30   ENQERE - Xizmê windayan û rojnameger Farûk Enen, helwesta rojnamegerên ku di sala 2011'an de hevdîtina Dayikên Aştiyê û Serokwezîr Erdogan wekî manşeta rojê dîtin û êrîşa polîsan a roja Şemiyê li Qada Galatasarayê  li dijî Dayikên Şemiyê nedîtin rexne kir û wiha got: "Divê îro şerm bikin lê şerm li cem wan nemaye."    Dayikên Şemiyê di 5'ê Sibata 2011'an de di hefteya 306'an de li Dolmabahçe bi Serokwezîr Erdogan re hevdîtin pêk anîbûn. Wê demê hemû rojnameyan ev ziyaret wekî şanşet û "Nûçeya Rojê" dîtibûn. Lê rojnameger û rojnameyên alîgirên hikûmetê êrîşa polîsan a di 25'ê Tebaxê roja Şemiyê li dijî Dayikên Şemiyê pêk hat nedîtin. Gelek ajans, rojname û qanalên televîzyonê çalakiya Dayikên Şemiyê ya 700'emîn wekî “dijzagonî' îlan kirin û nûçe nedîtin.    NÛÇEYA ROJÊ PÊNASE KIRIN   Piştî ziyareta Dayikên Şemiyê û Serokwezîr Erdogan di 6'ê Sibatê de hemû rojnameyan ziyaret wekî "Nuçeya Rojê" kirin manşeta rojnameyan. Rojnameya Akşam wekî manşeta “Dayikên Şemiyê yekem car bi Serokwezîrekî re hevdîtin kirin" derxist pêş. Dîsa diyaloga dayika Cemil Kirbayir a 106 salî Dayika Berfo ku jiyana xwe ji dest da derxist pêş. Rojnameay Starê manşeta “Pîra Berfo got Serokwezîr not girt" kirin manşet. Hemû rojnameyan pesnê Erdogan dan û kirin manşet.    'ŞERM NEMAYE'    Birayê Hayrettin Eren ku di serdema darbeya 12'ê Îlona  de hat binçavkirin û windakirin Rojnameger Faruk Eren, durîtiya rojnamegeran şermezar kir û wiha got: "Tişta niha dikin ne rojnamegerî ye. Hikûmet çi bêjin wê dikin. Çi bixwazin wê dinivîsin. Şerm nakin. Li şûna şerm bikin û dinivîsin. Hestê wan jî nemaye.    Serokê Çapemeniya DÎSK'ê Eren, anî ziman ku êrîşa polîsan a li dijî dayikan ji bo wan ne nuçe ye lê di rastiya jiyanê de nûçeyek mezin e û wiha got: "Hemû cîhanê ev nûçe dît. Êdî her yek bûye weşana AKP'ê. Wekî weşanên AKP'ê weşanê dikin. Hin qalanan çalakî wekî dijzagonî nîşan da. Lê çawa dibe çalakiya 700 hefteye didome dibe dijzagonî. Ev ji xwe çalakiya îtîata sivîl e. Em dibînin ku zextek mezin li ser civakê heye. Bertekên mezin li dijî van zextan heye. Ev çalakî û bertek dê rojekê mezin li kolanê biteqin. Ew ditirsin ku ev çalakî bibin serhildan. Ji serhildanên gel ditirsin. Ji dengekî biçûk jî ditirsin. Ev çalakî bû hêz û moral."      MA / Deniz Nazlım