Xizmên windayan: Erdogan wê rojê soz da me, îro polîsan dişîne ser me 2018-08-27 09:07:49 STENBOL - Xizmên windayan û Dayikên Aştiyê yên di 2011'an de bi Tayyip Erdogan re hevdîtinpêk anî, li şûna soza xwe pêk bîne, polîs berdan ser çalakiya Dayikên Şemiyê û polîsan bi tundiyê gelek kes binçav kirin. Erdogan ê di sala 2011'an de di ziyareta xizmên windayan de got "Di serdema min de bûyerek bi vî rengî pêk heta. Dê pêk neyê jî. Ez li gel we me" Dayikan diyar kir ku Erdogan wê demê soza çareseriyê da, lê îro polîsan berdide ser çalakiyan."  Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û hesap ji kujeran bê pirsîn, xwestin di hefteya 700'an de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bi girseyî  pêk bînin. Lê polîsan bi fermawa Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bi xaza îsotê, guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî girsê kir û 47 kes binçav kirin. Lê kesên hatin binçavkirin di heman rojê de serbest hatin berdan.    Dayikên ku di sala 2011'an de bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan re li Dolmabahçeyê hevdîtin kirin û soz ji Erdogan girtin ku windayan bibîne, îro polîsan bi tundiyek hişk bombeyên xazê û çekan êrîşî dayikan gir.  Dayikên Şemiyê yên wê demê nêzî 2 saetan bi Erdogan re hevdîtin kirin û daxwazên xwe anîn ziman, îro yek soz jî pêk nehatiye. Erdogan ji dayikan re gotibû "Ez dizanim hûn çi karî dikin. Dayikên Şemiyê ji aliyê hin kesan ve tên xebitandin" Erdogna piştre gotibû ez şaş hatim famkirin û min tiştekî wisa negotiye.      Yek ji malbatên Şemiyê ku bi Erdogan re hevdîtin kirin, Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç bû. Keça Huseyin Taşkaya Serpil Taşkaya ji di hevdîtinê de cih girtibû. Karakoç hefteya 700’emîn de hat binçavkirin û berdan. Taşkaya jî rastî êrîşa polîsan hat. Karakoç û Taşkaya, helwesta Erdogan a 7 sal berê û niha ya li dijî xizmên windayan nirxandin. Malbatan anîn ziman ku Erodgan wê demê soz da wan ku windayan bibînin, lê niha polîs bi ser wan d8eşandin û tundî pêk anî.    ‘GOTIBÛ PIRSIRÊKA WE PIRSGIRÊKA BANÎNEYÊ YE   Karakoç, anî ziman ku Erdogan wê demê bi ciddiyetekê li wan guhdar kir û wiha got: "Em bi heviya çareseriyê bi Erdogan re rûniştin. Me di hevdîtinê de yek bi yek derdê xwe vegot. Wî jî not girt. Got 'Pirsgirêka we pirsgirêka kabîneya min e. Ez dê fermanê bidim hevalên xwe. Ez dê ji bo windayan xebatê bidim meşandin. Ez jî wekî we mexdûr im.' Piştre hevdîtin qediya."    ‘EM DÊ QATÊ QET TERK NEKIN'    Karakoç, da zanîn ku piştî hevdîtinê di dosya û lêpirsînê de tu guhertin çênebû û wiha got: "Erdogan wê demê bi me re hevdîtin kir û soza çareseriyê da. Em wisa difikirin ku soza îro polîsan bi ser me de bişîne û êrîş bike daye. Soza ku polîs li dijî me zêde xazê bikar bîne daye. Ger ku ev çalakiya me sûc e, bi hefteyan e hûn li ku ne. Ger ku ne sûc be hûn îro çima mudaxale dikin. We çima dayika 82 salî Emine Anne kaş kir û binçav kir. Ev dîmen ji bo mirovahiyê şerma herî mezin e. We dayika 82 salî çawa kaş kir. Dema em lê dinerin vê dewletê Ape Musa jî qetil kiriye. Em dê vê qadê vala nehêlin û terk nekin. Bila cop bikin, bila xaza xwezayî bavêjin, me binçav bikin û bikujin. Lê em qet vê qadê terk nakin. Di hefteya 701’an de jî û di hefteyên din de jî em dê her dem li qada Galatasarayê bin."    ‘EV PÊKANÎN DEQEYA REŞ A DÎROKÊ YE'    Serpil Taşkaya jî anî ziman ku 7 sal berê piştî hevdîtinê heviyek ji hevdîtina bi Erdogan re girtin û wiha axivî. "Hikûmetê wê demê çalakiyên Dayikên Şemiyê nas kirin. Hevdîtinê heviyek dabû me. Erdogan got 'Di serdema me de bûyerek wisa pêk nehat û dê pêk neyê.' Lê piştî sal barîn li Qada Galatasarayê êrîş kirin. Êrîşa polîsan nîşan dide ku Tirkiye birejîma dîktatoriyê dê meşandin. Geşedanên ku li qada Galatasarayê pêk hatin dê bibe deqeyek reş ya rûpela dîrokê. Bi vê êrîşê hikûmet 23 sal paşve çû. Em dê bi van êrîşan bêtir çalakiyên xwe û têkoşîna xwe xurt bikin.    MA / Melike Ceyhan