ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-27 09:00:35 * Parlementer û rêveberên HDP, aktivîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê axivîn û bi armanca rojê bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gotin tecrîdkirina Ocalan pêşî lê girtina aştiya li herema Rojhilata Navîn û cîhanê ye. * Xizmên windayan û Dayikên Aştiyê yên di 2011'an de bi Tayyip Erdogan re hevdîtinpêk anî, li şûna soza xwe pêk bîne, polîs berdan ser çalakiya Dayikên Şemiyê û polîsan bi tundiyê gelek kes binçav kirin. Erdogan ê di sala 2011'an de di ziyareta xizmên windayan de got "Di serdema min de bûyerek bi vî rengî pêk heta. Dê pêk neyê jî. Ez li gel we me" Dayikan diyar kir ku Erdogan wê demê soza çareseriyê da, lê îro polîsan berdide ser çalakiyan."    * Parazvanen mafên mirovan, diyar kirin ku mudaxaleya çalakiya Dayikên Şemiyê ruhê şêwirmendiya têkoşînê pêş xist û wiha got: "Em bang li her kesan dikin ku bi ruhê hefteya 700'î beşdarî çalakiya hefteya 701’an a li Qada Galatasarayê bibin."     * Parlementer û rêveberên HDP'ê, aktivîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê axivîn û bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Nûneran diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan pêşî lê girtina aştiya li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.   * Xizmê windayan û rojnameger Farûk Enen, helwesta rojnamegerên ku di sala 2011'an de hevdîtina Dayikên Aştiyê û Serokwezîr Erdogan wekî manşeta rojê dîtin û êrîşa polîsan a roja Şemiyê li Qada Galatasarayê  li dijî Dayikên Şemiyê nedîtin rexne kir û wiha got: "Divê îro şerm bikin lê şerm li cem wan nemaye."    * Li herêma Mezopotamya bi sedan cih û warên dîrokî hene. Yek ji van cih û warên dîrokî Bajarê Antîk Dara ye. Her kesên ku biçin Mêrdîn divê teqez biçin Dara bibînin.    * Ekolojîst Guner Yanliç bal kişand ser şewatên daristanan û bi bîr xist ku ji dema Îtihat û Terakkî vir ve bi armanca koçberkirinê her dem li herêmê daristan hatine şewitandin. Yanliç got desthilatdariya navendî ya îro jî bi heman ferasetê agir bi daristanan dixe û di van 40 salên dawî de her sal daristanan dişewitînin.    *  Serokê Şaxa Jimara 1’an a BES’ê ya Stenbolê Dursun Dogan ê bi KHK’ê hat îxrackirin diyar kir ku ji ber zemên her pêk tên ên hatine îxrackirin nikarin debara xwe bikin û got: “Berpirsên krîzê ne em in. Lê berdêla wê em radizînin.”   *  Akademîsyen Orhan Kaya ê di serdema qedexeya derketina kolanan de danezana aştiyê îmze kir û bi KHK'ya hêjmar 701'an hat îxrackirin, piştî hat îxrackirin ji bo debarê dest bi karê înşaetê kir. Kaya, anî ziman ku ew tu carî poşman nebûye ku îmze kiriye û wiha got: "Ez dibêjim baş e min îmze kiriye. Başe ez di nava pêvajoya dîrokî de cih digirim."    * Jin bi armanca piştevaniya jinên girtî û malbatên girtiyan ên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, dê li pêş girtîgehê konê piştevaniyê vedin. (10.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê bi armanca piştgiriyê bidin Dayikên Şemiyê, dê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bînin. (11.30)   * Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê dê êrîşa polîsan a li dijî çalakiya 700'emîn a Dayikên Şemiyê bi civîna çapemeniyê şermezar bike. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi armanca êrîşa polîsan a li dijî çalakiya 700'emîn a Dayikên Şemiyê şermezar bike dê li avahiya komeleyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)