Ji bo Rojnameger Metîn Duran kampanya îmzeyan 2018-08-26 22:18:42     MÊRDÎN –  Ji bo Rojnameger Metîn Duran ku ji sedî 93 astengdar e jî nayê berdan, kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Tevi ku serî li ATK’ê û AYM’ê hatibû dayîn jî 5 meh in bersiv nehatiye dayîn û Duran bi rewşa giran girtî ye.    Xebatkarê Radyoya Rengîn a Qosera Mêrdînê weşan dikir û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin rojnameger Metîn Duran ê ji sedî 93 astengdar e, nikare biaxive û hişê xwe winda kiriye ji 30’ê adara 2018’an de ve li girtîgehê tê ragirtin. 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi îdiaya “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û mehek û 15 roj ceza li Duran birî û erê kir. Piştî cezayê Duran hat erêkirin polîs çûn wî ji nav nivînan rakir û bi halê wî yê nexweşîna giran birin Girtîgeha Jimara 2’an a Sîncanê. Piştî du rojan hat destnîşankirin ku Duran nikare di girtîgehê de bimîne. Li ser vê yekê Duran li nexweşxaneya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat razandin. Duran 5 meh in li benda rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bidinê radiweste.   Ji bo Metin Duran ku rewşa wî giran e kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Li ser medya civakî kampanya hat destpêkirin û hat xwestin ku Rojnameger Metîn Dûran serbest bê berdan. Kampanya li ser hesabe  "change.org" hatiye destpekirin.