Tosun: Heta tecrîd neyê şikandin şertên aştiyê pêk nayê 2018-08-26 16:33:50   STENBOL – Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun di panela partiya wê li dar xist de axivî û got: “Heta tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd brêz Abdullah Ocalan bi dawî nebe, dê şertên aştiyê li Tirkiyeyê pêk neyên.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Bahçelîevlera Stenbolê di çarçoveya çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de bi dirûşmeya “Em ê dev ji aştî, azadî û demokrasiyê bernedin” li avahiya partiyê panel li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz di panelê de axivîn. Gellek kes beşdarî panelê bûn.    ‘DIVÊ TECRÎD BÊ ŞIKANDIN’    Di panelê de ewil Tosun axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Tecrîdkirina li Îmraliyê tecrîdkirina gelê kurd e. Heta ev tecrîd neyê rakirin, kes nikare bêje ez azad im. Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirinek li dijî gelê kurd pêk te ye. Ji nêrîn û fikrên Ocalan ditirsin û naxwazin ew raman belav bibin. Ji ber vê yekê tecrîdê kûrtir dikin. Bi boneya em nikarin tecrîda li Îmraliyê bişkênin, em wek civak tên tecrîdkirin. Heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî nebe, ne pêkan e li Tirkiyeyê şertên aştiyê pêk bên.”     ‘TEKANE ÇARESERIYA ŞER AŞTIYE’    Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz jî da zanîn ku ji mirovên aştiyê tînin ziman tên girtin û got: “Me pêvajoyek çareseriyê ya hêja dît. Cenazeyên zarokên me nehatin. Lê me qîmeta vê yekê nizanibû. Ji bo aştiyê pêvajoya çareseriyê gellek girîng bû. Li gorî lêkolîna di 2015’an de hat kirin, ji sedî 80’ê civakê piştevaniya pêvajoya çareseriyê dikir. Baş e lê çibû beşek mezin dest ji piştevaniyê berda? Tekane çareseriya şer pêkhatina aştiyê ye. Pêkhatina aştiyê bi yek alî nabe. Yek çareseriya şer heye, ew jî mase ye, aştiye û muzakere ye. Pirsgirêka bekayê ya Tirkiyey îro pê re rû bi rû maye, siyaseta neçareserkirina pirsgirêka kurd e.”    Panel bi pirs û nirxandina beşdarvanan bi dawî bû.