Ji bo şîna bavê xwe ji Fransayê hat, medyayê wî ‘rêveber’ nîşan da 2018-08-26 10:59:51   STENBOL – Medyaya Tirkiyeyê Yilmaz A. yê wek “Rêveberê Navenda Civaka Demokratîk a Fransayê” hat nîşandan hat girtin. Hat zanîn ku Yilmaz A. di 18’ê tîrmehê de ji bo sersaxiya bavê xwe bi balafirê ji Fransayê hatiye Tirkiyeyê.    Yilmaz A. di 24’ê tebaxê de xwest di Deriyê Hamzabeylî yê Sînorê Edîrneyê de derbasî Bulgarîstanê bibe û cihê lê dijî biçe Fransayê hat binçavkirin. Yilmaz A. li cem hevjîn û zarokên xwe hat binçavkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Edîrneyê. Piştî kar û barên li emniyetê Yilmaz A. bi şev derxistin dadgehê û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hat girtin. Yilmaz A. şandin Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê.    BI BALAFIRÊ HAT TIRKIYEYÊ    Medya alîgirê desthilatdariyê binçavkirina Yilmaz A. pir mezin kir û pesnê MÎT û polîsan ji bo perasyonê da. Yilmaz A. wek “Rêveberê Navneda Civaka Demokratîk a Marsîlyaya Fransayê” aşkere kirin. Lê li gorî agahiyên malbata Yilmaz A. dan ew di 18’ê tîrmehê de ji bo şîna bavê xwe yê li Eskîşehîrê jiyana xwe ji dest da hatiye Tirkiyeyê. Yilmaz A. bi balafirê ji Fransayê hat Stenbolê û bi rêya bejahiyê çûye Eskîşehîrê. Piştî sersaxiya bavê xwe di 24’ê tebaxê de li gel malbata xwe ji bo biçe Fransayê çû Edîrneyê û di deriyê vir de biçe Fransayê. Yilmaz A. li Deriyê Sînorê Hamzabeylî hat binçavkirin.