Di 2011’an de dîtin di 2018’an de nedîtin 2018-08-26 10:50:02   ENQERE - Tundî û êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel, Bîrgun, Cumhurîyet û Sozcu dîtin û kirin manşetên xwe. Lê rojnameyên din ku nêzî hikûmetê ne cih nedan êrişa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê. Rojnameyên ku niha êrişa polîsan nedîtin, di 2011'an de dema dayikan Serokomar Erdogn ziyaret kir cihekî fireh dabûn hevdîtinê.    Dayikên Şemiyê di hefteya 700’an de xwestin çalakiya xwe ya li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Lê polisan li ser fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destûr neda û êrîşî çalakiya dayikan kir. Polîsan di êrîşa duh de 47 mirovên Şemiyê binçavkirin. Rojnameyên nêzî hikûmeta AKP’ê qet cih nedan êrîşa polîsan û çalakiya dayikan. Tenê Rojnameyên Yenî Yaşam, Cumhuriyet, Evrensel û Bîrgun di manşetên xwe de cih dan êrîşa polîsan û çalakiyên dayikank. Rojnameyên din qet cih nedan.    ROJNAMEYÊN KU MUDAXALEYA POLÎSAN KIRIN MANŞET WIHA CIH DA BÛYERÊ:    YENÎ YAŞAM: EV QAD AWÊNEYA WE YE   Rojnameya Yenî Yaşam cih da wêneyê dayika Hasan Ocak Emine Ocak ku di sala 1997'an de hat binçavkirin û niha hat binçavkirin û bi manşeta “Ev qad awêneya we ey" çap kir.    EVRENSEL:  DI HEFTEYA 700'EMÎN DE RÛYÊ DEWLETÊ YÊ NEHAT GUHERTIN   Rojnameya Evrenselê jî dîsa cih da herdu wêneyan û bi maşeta “Di hefteya 700'emîn de ruyê dewletê yê nehat guhertin" çap kir.    BÎRGUN: DAYIK DI BIN PIYÊ DEWLETÊ DE NE   Rojnameya Bîrgun jî bi manşeta “Dayik di bin piyê dewletê de ne" derket û bal kişand ser tundiya polîsan.    CUMHURIYET: ZILMA KU HEQEDIYA Û BERXWEDANA KU NE QETIYA    Rojnameya Cumhuriyetê jî bi manşeta “Zilma ku ne qediya û berxwedana ku ne qetiya" derket.    Rojmameya Sozcu jî cih da nûçeya Rojnameger û parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu got “Li Tirkiye tiştekî hatiye guhertin tune" û wêneyê Emine Ocak kir manşet.    Di medya nêzî hikûmetê de tenê rojnameya Hurriyet cih da çalakiyê û wekî kurtenûçeyekê di jêra rojnameyê de cih dan.    DOLMABAHÇE DÎTIN LÊ GALATASARAY NEDÎTIN   Rojnameyan di 5'ê Sibata 2011'an de ziyareta dayiken Şemiyê ya bi Erdogan re ku li Dolmabahçe pêk anîn kirin manşet. lê niha êrîşa polîsan a li Qada Galatasarayê nedîtin û nekirin manşet.