Rojnameger Metîn Duran ê astengdar 5 meh in li benda raporê ye 2018-08-26 10:39:17 MÊRDÎN – Rojnameger Metîn Duran li gel ji sedî 93 astengdar e jî girtî tê ragirtin. Ji bo Duran tahliye bibe serî li ATK’ê û AYM’ê hatibû dayîn lê 5 meh in heta niha rapor nedanê. Birayê Duran ji bo bibe refakat neçar e ew jî jiyana girtîgehê derbas bike. Malbata Duran xwest demildest ATK raporê amade bike.  Xebatkarê Radyoya Rengîn a li Qosera Mêrdînê weşana xwe dikir û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin rojnameger Metîn Duran ê ji sedî 93 astengdar e, nikare biaxive û hişê xwe winda kiriye ji 30’ê adara 2018’an de ve li girtîgehê tê ragirtin.    5 MEH IN LI BENDA RAPORÊ YE    1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê bi îdiaya “Ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kiriye” 3 sal û mehek û 15 roj ceza li Duran birî û erê kir. Piştî cezayê Duran hat erêkirin polîs çûn wî ji nav nivînan rakir û bi halê wî yê nexweşîna giran birin Girtîgeha Jimara 2’an a Sîncanê. Piştî du rojan hat destnîşankirin ku Duran nikare di girtîgehê de bimîne. Li ser vê yekê Duran li nexweşxaneya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat razandin. Duran 5 meh in li benda rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” ya Saziya Tiba Edlî (ATK) ku bidinê radiweste.    BIRAYÊ WÎ LÊ DINÊRE   Duran ê ji ber rpora ATK’ê jê re nayê amadekirin û nayê berdan, birayê wî 5 meh in li hundirê kampusa girtîgehê ji bo refakatiyê disekine. Birayê Duran ê li qawîşa nexweşxaneyê refakatiyê dike wekî ku ew jî cezayê xwe razê li girtîgehê radiweste.    DENG JI AYM’YÊ JÎ NAYÊ    Parêzerên Duran ji ber rewşa tenduristiyê da ku înfaza wî bê rawestandin serî li ATK’ê dan lê bes heta niha tu bersivek erênî ango raporek erênî nehatiye dayîn. Her wiha parêzeran ji bo ceza bê taloqkirin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. Lê tevî ku mehek bi ser serlêdana AYM’ê re derbas bû hêj bersiv nehatiye dayîn.    MALBAT DIXWAZE DEMILDEST BÊ BERDAN    Malbata Duran diyar kir ku cihek wan serî lê nedabe nemaye û xwest Duran demildest bê berdan.    METÎN DURAN KÎ YE?   Metîn Duran xebatkarê Radyoya Rengîn a bi KHK’ê hat girtin bû. Her wiha nûçeyan ji rojnameyên herêmî re nûçe çêdikir. Di serdema dorpêçkirina li navçeya Nisêbînê ya di 2015’an de Duran li ser aciziya dil çû nexweşxaneya Deweletê ya Mêrdînê. Bijîşkê beşa lezgîn ji Duran re got “Tu ji ku yî” û li ser vê yekê Duran got “ez ji Nisêbînê me.” Li ser vê yekê bijîşk bersiva “Aciziya te derûnî ye” da Duran û bêyî bê dermankirin ew şandin malê. Duran heman şevê krîz dil derbas kir û li beşa qomayê ya nexweşxaneyê hildan bin dermankirinê. Lê encax Duran felç bû. Duran bi rojan di beşa qomayê de têkoşîna jiyîn û mirinê da û piştî demekê talûkeya mirinê ji ser xwe avêt. Pişt re Duran hişê xwe winda kir, ji piya ket û nikaribû biaxive. Duran bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe rojane bîne cih. Ji ber di vê serdemê de li Nisêbînê “qedexeya derketina derve” hebû Duran nikaribû biçe mala xwe. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ya bi KHK’ê hat girtin piştevaniyê da Duran û bi awayek derbas dar wan li malekê bicih kir. Duran piştî qedexe rabû xwest bi malbata xwe re dagere mala xwe, lê mala wan di qedexeyê de tê hilweşandin. Duran li mala xizmên xwe bicih bû. Duran ê cezayê wî hat erêkirin, polîs çûn mala Duran û ew şandin Girtîgeha 2’an a Sîncanê.    MA / Ahmet Kanbal