‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’ 2017-10-21 11:11:16 STENBOL – Rojnameger Derya Okatan jî ji ber e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak kiribû nûçe serbest tê darizandin wiha got: “Li şûna rojnamegeran divê Wezîr Albayrak bê darizandin. Niha jî dora azadkirina Omer, Tunca û Mahîr e.”  Bi boneya e-postayên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak ji aliyê RedHack’ê ve hatibûn belavkirin û nûçeyên wan hatibûn çêkirin 6 rojnamger tên darizandin. Rûniştina ewil a doza 3 jê girtî 6 rojnamegeran dê di 24’ê cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 29’êmîn a Stenbolê derdikevin pêşberî dadger. Li bendê ye Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya bi KHK’ê hat girtin Omer Çelîk, nûçegihanê DÎHA Metîn Yoksu, edîtorê berê yê Dîken Tunca Ogreten, xebatkarê rojnameya BîrGun’ê Mahîr Kanaat, Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Yolculuk Erya Sargin û Berpirsa Midûrê Nûçeyan a Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Derya Okatan li rûniştina ewil a dozê amade bin.    ‘DARIZANDINEK BÊHIQÛQÎ YE’    Beriya demek kurt ji dozê re bimîne parêzerên rojnameger Derya Okatan hatin binçavkirin û dê Oakatan bê parêzer beşdarî dozê bibe. Okatan destnîşan kir ku hevalên wan rojnameger Omer Çelîk, Tunca Ogreten û Mahîr Kanaat 10 mehin bêhiqûq û neheq di girtîgehê de ne û ev pêvajoya girtinê ji bo rojnamegeran ziviriye cezakirinê.    ‘NE ROJNAMEGER DIVÊ ALBAYRAK BÊ DARIZANDIN’    Oktan da zanîn ku wan ji raya giştî re rastiyê aşkere kirine û got: “Me bi nûçeyan van tiştan ji lêpirsînê re vekir. Me bi nûçeyan hem xwest dozger û hem jî raya giştî viya bidarizîne. Lê ya ku hat darizandin em in. Li şûna rojnamegeran divê ku Wezîr Albayrak bihata darizandin. Dixwazin bi van girtinan rojnamegerên rastiyê vedibêjin bitirsînin.” Okatan diyar kir ku daxwaza wan sereke ew e ku her sê hempîşeyên wan girtî serbest bên berdan û ew ê têkoşîna ku rojnamegerî nayê darizandin dê bidin meşandin.    ‘PÊDIVÎ BI PIŞTGIRIYÊ HEYE’    Okatan bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û wiha dewam kir: “Pêdiviya me bi piştevaniyê heye. Me di dozên berê yên rojnamegeran de hêza piştevaniyê dît. Mînak doza rojnameya Cumhuriyetê. Her çiqas hêj hin rojnamegerên Cumhuriyetê girtî bin jî lê hinek gihîştin azadiya xwe. Niha jî dora azadiyê ya Omer, Tunca û Mahîr e.”    EW BÊPARÊZER MA   Okatan da zanîn ku li gel darziandina rojnamegeriyê dixwazin rojnamegeran bêparastin bihêlin û got: “Du roj beriya niha parêzerên min Sezîn Uçar û Ozlem Gumuştaş hatin binçavkirin. Dozger biryara hefteyek binçavkirinê girtiye. Dê parêzerên min di doza min de ne amade bin. Lê bila herkes viya baş dizanibe dê xebatkarên çapemeniya azad tu demê serê xwe netewînin.”