'Bi salan e êdî peyv neman ku ez bêjim, lê têkoşîna min qet bi dawî nebû' 2018-08-26 09:08:47 ÊLIH – Xizma windayan Mufîde Agaya, diyar kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê her bitêkoşin û got: "Bi salan e êdî peyv neman ez bêjim, lê têkoşîna min bi dawî nebû."    Walîtiya Êlihê bi hinceta Rewşa Awarte û "Ewlehiyê" çalakiya xizmên windayan "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" qedexe kiribû. Xizmên windayan piştî du salan şûnde careke din bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hatin cem hev. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan wêneyên windayan hilgirtin û li Kolana Gulîstanê li ber Bîrdariya Mafên Mirovan hatin cem hev.    Yek ji kesên ku tev li çalakiyê bû jî Mufîde Agaya, dayika Îsmaîl Agaya ku belavkariya rojnameya Yenî Ulkeyê dikir û di 29'ê Gulana 1994'an de hat binçavkirin û hat windakirin, anî ziman ku heta ew xwe negihîne kurê xwe dê bitêkoşe û got: "Bi salan e êdî oeyv neman ez bêjim, lê têkoşîna min bi dawî nebû. Min kurê xwe mezin kir, lê hatin ji min girtin. Bila yek derkeve û sûcê kurê min bêje? Ma dikare bêje?" Agaya, bang li kesên ku kurê wê birin jî kir û got: "Ez dikarim kesên ku kurê min birin efû bikim, lê tenê bi şertekî. Ez kurê xwe bi saxî dixwazim. Eger kurê min bi saxî bînin, ez ê wan efû bikim."    'EM Ê DEV JI ZAROKÊN XWE BERNEDIN'    Agaya, bal kişand ser çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Stenbolê ku polîsan mudaxileyî wê kir û got: "Ew jî wek min dilşewat in. Kesên du sal in nahêlin em dakevin kuçeyê îro zilmê li kesên zarokên xwe dixwazin dikin. Êdî bes e, bila dawî li vê êşê bê. Em ê dev ji zarokên xwe bernedin. Bila tu kes jî dev ji zarokê xwe bernede."    'EM Ê HER HEFTE BÊN CEM HEV'    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê Parêzer Devran Yildiz jî, diyar kir ku her çend du sal e nikaribûne derkevin derve, lê dîsa jî têkoşîna wan dewam dikir. Yildiz, destnîşan kir ku herî zêde li Êlihê cinayetên kiryar nediyar hene û piştî du salan şûnde careke din daketina kolanan a xizmên windayan girîng e û got: "Daketina me ya kuçeyê rastî dema çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê hat. Lê belê dema em li vir daketin kuçeyê, ew li wir bi pêkanînên antî demokratîk re rû bi rû man. Û em vê pêkanîna antîdemokratîk şermezar dikin."    'DIVÊ PEYMANA NAVNETEWÎ BÊ ÎMZEKIRIN'    Yildiz got: "Gelek kes tev li çalakiya me ya hefteya 404'emîn bûn. Ji niha û pê ve em ê her hefte li Kolana Gulîstanê li aqûbeta windayan bipirsin." Yildiz, bilêv kir ku daxwazên wan ên sereke ew in ku aqûbeta windayan aşkere bibe û kiryar bên darizandin û got: "Divê Peyman Navnetewî ya Neteweyên yekbûyî ya Windakirina bi Darê Zorê ya di Bin Çavan de bê îmzekirin û tesdîqkirin. Û em her şemiyê li Kolana Gulîstanê li benda xizmên windayan e."    MA / Metin Yoksu