Kiran ê polîs sîxurî lê ferz kir serî li ÎHD'ê da 2018-08-26 09:05:48 EDENE - Li Edeneyê Mehmet Kiran ê polîs sîxurtiyê li ser wî ferz kir, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da û alîkariya hiquqî xwest.  Li navçeya Seyhan a Edeneyê, Mehmet Kiranê ku li cem berber dixebite îdia kir ku polîs wî dişopînin û sîxurtiyê lê ferz dikin, ji bo alîkariya hiqûqî serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da. Kiran, diyar kir ku polîs tên dikana ku lê dixebite wî taciz dikin û got: "Berê jî îmezeya min hebû. Li wir îstixbarat hat cem min. Min rewş ji parêzerê xwe re got. Paşê hew hatin." Kiran, da zanîn ku niha jî polîsên TEM'ê gef li wî xwarine û ew derb kirine û wiha axivî: "Tên min ji berber dibin. Li wesayîta zirxî siwar dikin û dibin qereqolê. Dixwazin gel min wekî sîxur zanibin. Hem ez hem jî patronê min ji ber vê nerihet dibin. Patronê min dibê 'eger wisa dewam bike bes bixebite.'"    Kiran, bibîr xist ku polîs jê re dibên "Were em çayê vexwin. Were em bi hev re bigerin. Lê biner zewac heye, debarkirin zehmet e. Tu di vî karî de çi qasî qezenc dikî. Tu çi zanibî ji me re bêje. Em ê jî alîkariya te bikin." Kiran, diyar kir ku çend roj berê polîsan belaheq ew birine qereqolê û heqaret lê kirine. Kiran got: "4 meh berê bûyerek çêbûye. EYP hatiye avêtin. Li ser îxbaarekê min birin. Li wir gef li min xwarin. Gotin 'kî ev ev tiştan dike û dide kirin.' Çend roj e ji min re dibêjin 'were em çayê vexwin.' Bi vî awayî dixwazin sîxurtiyê li min ferz bikin. Êdî bêzar bûme. Ez ê serî li ÎHD'ê bidim û li dozgeriyê giliyê polîsan bikim."    MA/ Hamdullah Kesen