ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN 2018-08-26 09:00:27 * Esnafên Çarşiya Amûrên Elektironîk ku eşyayên xwe bi dowîzan dikirin, diyar kirin ku mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin.  * Li Edeneyê Mehmet Kiran ê polîs sîxurtiyê li ser wî ferz kir, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê da û alîkariya hiquqî xwest.    * Krîza aborî bandorê li ser hemû qadên jiyanê dike. Serokê Şaxa Sendîkaya Hemû Teqawîtan a Mêrsînê Adîl Alaybeyoglu, diyar kir ku di rewşek wisa de ne pêkan e ku kesên teqawît ji vê krîzê bêbandor nebe û şensa teqawîtan tune ku ji vê krîzê xelas bibin.    *  Siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan ku bertek nîşanî qedexekirina çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê dan, gotin: "Di hefteya 701'emîn de em ê li Qada Galatasarayê dîsa daxwazên xwe bînin ziman."    * Xizma windayan Mufîde Agaya, diyar kir ku şert û merc çi dibin bila bibin ew ê her bitêkoşin û got: "Bi salan e êdî peyv neman ez bêjim, lê têkoşîna min bi dawî nebû."   * Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, dê tev li panela der barê 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de ku li Stenbolê pêk bê bibe. (13.00-15.00)