Yên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin tên berdan 2018-08-25 17:13:17   STENBOL – Kesên di mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de hatin binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê tên berdan.    Di mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn a li Qada Galatasarayê herî kêm 47 kes hatin binçavkirin. Yên hatin binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê wan sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşa dikin. Kesên li vir tên muayenekirin pişt re tên berdan.    Hat zanîn ku heta niha Gamze Elvan, Ozge Elvan, Besna Tosun, Sînan Arslan, Murat Akbal û Faruk Eren hat berdan û yên din jî dê saetên pêş bên berdan.