Cenazeyê Oruç ê li Dîcleyê xeniqî hat dîtin 2018-08-25 14:50:00       ŞIRNEX - Kadîr Oruç ê 4 roj berê ket Çemê Dîcleyê û winda bû cenazeyê wî hat dîtin.      Kadîr Oruç ê 4 roj berê li Gundê Zevî yê Şirnexê ket Çemê Dîcleyê û winda bû cenazeyê wî hat dîtin. Malbata Kadir Oruç piştî 4 rojan li nava avê geriyan, cenaze dîtin. Piştî yekîneyên rizgarkirinê ji Xerpêtê hatin û alîkarî dan malbatê malbatê cenazeyê kurê xwe yê bê ruh dît. Malbat û yekîneyên rizgarkirinê piştî li nava Çemê Dîcleyê geriyan, 15 km dûrî gundê Zevî li gundê Keraşa cenaze dîtin. Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê çûn malbata Oruc ziyaret kirin û ew aş kirin. Cenazeyê Oruç piştî hat dîtin ji bo Saziya Tipa Edlî rapora otopsî bikin şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirin. Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Oruç wergirtin. Malbat dê cenaze li Hezexê defin bikin.