Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef 2017-10-21 10:49:48 AMED – Li 15 gund û mezrayên navçeya Farqînê “qedexeya derketina derve” dewam dike. Hat diyarkirin ku di operasyonê de yekîneya ji 3 kesên bi kincên sivîl pêk tê cih girtine û bi taybetî sivîlan hedef digire.  “Qedexeya derketina kolanan” li ser 15 gund û mezrayên navçeya Farqîna Amedê ku di 12’ê cotmehê de hatibû îlankirin didome. Li herêma çolterên gundan operasyonek berfireh tê meşandin. Operasyon heta 3 rojan aşkere nehat meşandin, lê piştî 3 rojan aşkere hat operasyon dest pê kir. Li hemû têketin û derketinên gundan nokteyên lêgerînên hatine avakirin. Di van nokteyan de hemû wesayîtên gundaniyan tên lêgerînkirin û welatiyan di kontrolên GBT’ê de derbas dikin.    LI FARQÎNÊ ÎDÎAYA ‘KOMA TAYBET’    Li gundê Mala Hermo leşkeran gundiyek bir axurê wî derp kirin. Gundiyan ragihand ku ji roja qedexeyê dest pê kiriye wesayîtek sivîl a rengê wê spî her tim li ser riya gundan digere û kontrola nasnameyan dike. Hat îdîakirin ku di vê operasyonê de ekîbek ji 3 kesên bi kincên sivîl pêk tê cih girtine û bi taybetî ev kom sivîlan hedef digire û gundiyê li axurê hatiye derpkirin jî ji aliyê van kesan ve pêk hatiye.    Gundiyê bi navê Yilmaz Odunveren têkildarî operasyona li gund axivî û diyar kir ku di her qedexeyê de teqez ew li gund e û di her qedexeyê de ew di bin zextan de dijîn û îşkence li wan tê kirin. Odunveren da zanîn ku ew li gund debara xwe bi sewalkariyê û cotkariya bostanan dikin û lê ji ber qexedeyê ew mexdûr bûne.    ‘EM NIKARIN BIÇIN NAV BAXÇEYÊN XWE’    Odunveren destnîşan kir ku qedexeyê rê li ber ziyana madî vekiriye û got: “Dema qedexe tê îlankirin nahêlin em bi tu awayî derkevin derve. Ji ber vê yekê em ne dikarin sewalên xwe biçêrînin û ne jî biçin nav baxçeyên xwe. Par di heman demê de ji ber qedexeyê em nikaribûn biçûna nav baxçeyê xwe hemû tiriyên me xera bû û çû çopê. Keda me ya salekê dibe qurbana qedexeyan. Debara me tenê sewalkarî û rezên tirî ye.”    MAL BI DEDEKTORAN TÊN LÊGERÎNKIRIN    Odunveren anî ziman ku çoltera çiya her tim tê bomberankirin û ev tişt got: “Em li gundê xwe nikarin bijîn. Bi taybetî operasyon li derdora gundê me tê meşandin. Lêgerîna li malan bi dedektoran dikin. Lê tu tiştekî nabînin. Bi rastî jî em nizanin armanca wan çi ye. Tenê em tiştekî dizanin dixwazin ku gel bitirsînin. Di hedefa operasyonan de gelê gundan hene.”    ‘KOMA TAYBET SIVÎLAN HEDEF DIGIRIN’    Odunveren bal kişand ser îdîaya di operasyonan de komek taybet a ji 3 kesan pêk tê û ev îdîa kir: “Erka van kesan ji ya fermandarê operasyonê dide meşandin bandortir e. Fermandar li ber wan rêz digirt. Dengê xwe dernedixist. Ew 3 kesên koma taybet sivîlan hedef digirtin.”