Xwestin sibê her kes berê xwe bide Qada Galatasarayê 2018-08-24 13:45:01   STENBOL – Dayikê Şemiyê sibê di hefteya 700’emîn de tên gel hev. Nûnerên partiyên siyasî banga beşdariya çalakiya Dayikên Şemiyê kirin û xwestin hemû kesên hestiyar sibê berê xwe bide Qada Galatasarayê.    Dayikên Şemiyê ji sala 1995’an de li aqûbeta xizmên xwe digerin û dixwazin kiryar bên darizandin. Dayikên Şemiyê sibê dê hefteya 700’emîn li Qada Galatasarayê ya Taksîmê li hev kom bibin. Nûnerên Partiyên siyasî banga beşdariya çalakiya dayikan kirin.    KAYA: EM HÊZ BIDIN ZINDEWARIYA DAYIKAN    Hevserokê Partiya Avakirina Jinûve Sosyalîst (SYKP) Ahmet Kaya diyar kir ku polîtîkaya kiryarên ne diyar û widayan li Tirkiyeyê ketiye asta halê asayîbûnê û ji salên 90’î vir ve cihê kuştin û windakirin û gorên kesên hatin windakirin nayê zanîn. Kaya got divê her kes bi awayek girseyî tev li çalakiyê bibe û zindewariyê bidin zindewariya dayikan.    TAŞ: EM BANGA DIKIN HER KES BÊ KÊLEKA HEV    Endamê Desteya Serokan a Partiya Piştevanî û Azadiyê (ÖDP) Alper Taş jî got: “Malbatên 700 hefteye li zarokên xwe digerin bin çalakiyên aştiyane û demokratîk ên Tirkiyeyê îmze dikin. Em ê wek ODP’ê li cem dayikan bin. Em li benda her kesî ne ku li Qada Galatasarayê bên cem hev, da ku siberojek adilane ji bo Dayikên Şemiyê ava bibe.”    GURKAN: DEMOKRASÎXWAZ BILA WERIN RÛNÊN    Seroka Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Selma Gurkan jî bi bîr xist ku ji darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê vir ve bi sedan mirov destê dewletê hatin kuştin û windakirin û rêxistin û kiryarên di hundirê dewletê de yên tarî ku kuştinan pêk anîn bi israr tên parastin. Gurkan anî ziman ku cînayetên wek dewama salên 90’î di serdema AKP’ê de jî dewam kirin û got: “Ji bo winda bên dîtin û kiryar bên darizandin, di hefteya 700’emîn de em li Qada Galatasarayê dengê xwe bilind bikin. Yên demokrasiyê dixwazin bila bên li Qada Galatasarayê rûnên.”    TURK: HETA HESAB BÊ DAYÎN…   Seroka Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Stenbolê Pinar Turk jî bi bîr xist ku ji sala 1995’an ve dengê Dayikên Şemiyê ji aliyê desthilatdaran ve nayê bihîstin û got: “Heta ku hesabê windayan bidin werin em li Qada Galatasarayê rûnên û çalakiyê dewam bikin.”