Ji malbatekê 5 qes bûn qurbanê trafîkê 2018-08-24 11:36:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Îskilipê ya Çorumê texsî û TIR li hev qelibîn. Di qezayê de ji heman malbatê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li Navçeya Îskilipê ya Çorumê texsiya plakeya wê 33 ZK 034 ya Îrfan Unlu ê 40 salî diajot û TIR'a plakeya wê 19 PE 845 ku Mehmet Yuceturk diajot li hev qelibîn. Di qezayê de teqsî tev peliqî û ajokar Îrfan Unlu, hevkera wî Ayşegul (37), zarokên wî Samet (13) û Mustafa Semih Unlu (11) û birayê wî Mustafa Unlu (20) jiyana xwe ji dest dan.