Germero bi xwezaya xwe ya bêhempa mêvanê xwe pêşwazî dike 2018-08-24 11:00:01   MÊRDÎN – Welatiyên ji germê aciz dibin xwe diavêjin Germeroyê û hem li vir xwe hînik dikin û hem jî ji xwezayê bêhn distînin.    Welatiyên ji bo betlaneya cejnê ji bajarên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîr û Konyayê tên warên xwe navçeya Kerborana Mêrdînê, bêhna xwe ya ewil li Germeroyê berdidin. Mêvanên Germero yên tên bi xwezaya wê ya bêhempa re rû bi rû dimînin. Welatî li vir hem dikevin avê xwe hînîk dikin û hem jî ji xwezayê bêhn û hilmê distînin.