Parêzera malbata Şenyaşar: Cihê erka dozgerê dosyayê guhertin 2018-08-24 10:23:34   RIHA - Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku cihê erka dozgerê dosyaya malbata Şenyaşar a ku zilamên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Hacı Esvet Şenyaşar û 2 kurên wî kuştin, hatiye guhertin. Prz. Ozbîngol, ji baro, parazvanên mafên mirovan û çavdêrên serbixwe xwest ku ji bo dosyayê mudahîliyê bikin.    Di 14'ê hezîranê de beriya Cejna Remezanê û beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê dema parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz û zilamên xwe li nava evsnafan digeriyan, bi ser dikana esnaf Hacı Esvet Şenyaşar de girtin û bi çekan êrîş kirin. Piştre li nexweşxaneye jî li ber çavên walî, wezîr û polisan êrîş berdewam kir û li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar bi lîncê kuştin. Der barê dosyayê de biryara veşartinê hat dayîn û 2 meh borî lê hêj der barê dosyayê de tu pêşketin tune. Hêj kujer û berpirsiyarê bûyerê nehatine binçavkirin û nehatine darizandin. Der barê dosyayê û rewşa dozger de Parêzera malbata Şenyaşar Sevda Çelik Ozbîngol, agahî dan. Prz. Ozbîngol, diyar kir ku di bûyera ku di 14'ê Heziranê de pêk hat û ji malbata Şenyaşar 3 û ji malbata Yildiz jî kesekî bi giştî 4 kesan jiyana xwe ji dest da hêj tu pêşketin tune ye.    Ozbîngol, anî ziman ku ji bo dosya bi awayekî çalak û hasas bê lêpirsîn hewldanên wan didomin û wiha got: "Lê ji ber ku der barê dosyayê de birhyara veşartinê hatiye dayîn nikarin naveroka dosyayê bibînin. Ji ber ev birar hneye fikarên me yên ku ser delîlan veşêrin û bersûcan bê ceza bihêlin heye.    CIHÊ ERKA DOZGER HAT GUHERTIN    Prz. Ozbîngol, anî ziman ku dozgerê li dozyayê dinere cihê erka wî hatiye guhertin û dozgerekî din li şûna wî hatiye bi cih kirin û wiha got: "Ji ber ku cihê erka dozger hat guhertin, ji nûve li ser dosyoyê lêkolîn dike. Hemû agahiyên berê dan aliyekî. Ev yek pirsgirêkek mezin e. Me wekî wekîlên malbatê ji bo dosya bê alî bê lêkolînkirin û lêpirsîn serî li Baroyan, Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB), saziyên mafên mirovan da û wiha got: "Ji bo ev dosya di wîcdanê civakê de bi heq û adîl bê bicihkirin, divê lêpirsînek çalak û bê alî bê kirin. Divê rastiyên şênber ronî bikin. Ev ji bo me û malbatê pir girîn e. Me dîmenên ku bûyerê ronî bike bi dozger re parve kir. Armanca me edalet e. Em dixwazin heq û edalet cihê xwe bibîne. Hewldanên me yên ji bo vê yekê jî dê bidomin."     'DIVÊ CEMAWERÎ HESTIYAR NÊZÎK BIBE'   Prz. Sevda Çelîk Ozbîngol, destnişan kir ku ji bo mexdûriyeta malbatê bi dawî bibe, divê cemawerî hestiyar nêzî mijarê bibe û wiha axivî: "Êrîşa bi armanc û berjewendiyên siyasî pêk hat û hêz xist destê xwe, em bawer dikin ku tu dayik, tu rêxistinên civakî û tu welatî vê yekê qebûl nakin. Bi taybetî parazvanên mafên mirovan û hiqûqnasên neteweyî û navneteweyî divê vê dosyayê bi baldarî û hesas nêzîk bibin. Dosyayên bi vî rengî tenê malbatê eleqeder nakin. Hemû cemaweriyê eleqeder dikin. Divê hemû saziyên hiqûqê yên bê alî vê dosyayê lêkolîn bikin.  Divê çavdêriyê bikin. Divê hemû baro vê pêvajoyê bişopînin û şopdar bin. Divê biryarên veşarî yên li ser vê dosyayê rakin. Divê em jî karibin lêkolîn bikin. Divê Wezareta Dadê, Yekîtiya Baroyan û parazvanên mafên mirovan jî vê dosyayê bişopînin. Divê her kes qerîna dayikan bibhîze û li dosyaya pirsûsê xwedî derkevin."