'Ka Roboskî doza hemû kurdan bû? ' 2018-08-23 18:51:20   ŞIRNEX - Malbatên Roboskê, di hefteya 347'an de li ser gorên zarokên xwe lêgerîna edaletê berdewam kirin. Malbatan bertek rayedaran dan û diyar kirin ku cend cejn derbas bûn, lê hêj hesap ji kujeran nehatiye pirsîn. Velî Encu daxuyanî da û bêdengiya li dijî helwesta DMME'ê ya gelê kurd û rêxistinên demokratîk jî rexne kir û got "Ka Roboskê êşa her kesî bû. Dibe her kes bêden be. Lê em tu carî bêdeng nabin."    Malbatên 34 kesên ku di 28'ê Kanûna 2011'an de di komkujiya Roboskê ya bi balafirên şer ên F-16 hatin kuştin, li ser gorên zarokên xwe lêgerîna edaletê berdewam kirin. Malbatn di hefteya 347'an de dîsa li ser gorên zarokên xwe kom bûn û daxwaza edaletê kirin. Malbatên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li ser goristanê kom bûn û pankarta ku wêneyên zarokên wan li ser bilind kirin. Li ser navê malbatan Velî Encu daxuyanî da û diyar kir ku cend cejn derbas bûn, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û hêj edaletê cihê xwe nedîtiye. Encu, anî ziman ku dîsa di cejnek din de dîsa bi kesên canê wan êşandine re bi hevre ne û wiha got: "Bi qasî em hêjmara wan nikarin di aqilê xwe de bigirin cejn di ser komkujiyê re derbas bûn. Heta 28'ê Kanûna 2011'an her kesekî di van goran re razane xwedî çîrokek e. Lê niha çîroka tevan bû yek. Hin kes ji bo bizewicin, hin kes ji bo ji zarokên xwe re cil û şekir bistînin, hin kes jî ji bo pêdiviyên dibistnanê ketibûn rêyan. Her yek xwedî xeyal û çîrokek bû. Lê wê şevê bi ser wan de ji ezman bombe bariyan. Piştî bomeyan çîroka tevan bû yek. Çîroka hemûyan bû edalet.  347 hefte ye xizmên wan li ser van gorên bêdeng li edaletê digerin. Heta ku edalet pêk bê çalakiyên me dê bidomin.  Em dê bêdeng nebin. Em berî her tiştî diyar dikin ku ev biryar siyasî ye û li dijî hiqûqê ye. Bi hinceta kêmasiyên AYM û DMME'ê kêm in red kirin. Lê li aliyê din di serî de Parêzerê dozê Nuşirevan Elçî, Baroya Şirnexê û hin siyasetmedarên HDP’ê jî di vê mijarê de bêdeng man. Di vê mijarê de ji ber ku Prz. Nuşirevan Elçî rexnedayîna xwe nedan, me li Serokê Baroya Şirnexê gilî kir. Me xwest dawî li vê skandalê bînin. Em bêdengiya li pey vê îhmalê merak dikin. Ev skandal aşkere sersarî ye. Ma ev sersarî rexnedayînek wêrek heq nake? Her çend Nuşirevan Elçi û Meral Danış Beştaş bêjin 'Em êşa wan fam dikin jî' ev wîcdanan tatmîn nake. Ka Roboskê doza hemû kurdan bû. Çima her kes li hemberî vê yekê bê berpirsiyar e. Lê her kes niha bêdeng e. Dibe hûn bêdeng bin. Lê em tu carî bêdeng nabin. "    Encu kesên li dijî şewata daristanên Dersimê jî rexne kir û anî ziman ku kesênk li dijî şewata Rojavayê Tirkiye dikin hawar, li dijî şewata bajarên herêmê bêdeng in.