Welatiyên Bradostê: Tirkiye qada jiyanê tune dike 2018-08-23 12:46:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ji herêma Bradostê diyar kirinku Tirkiye li ser jiyana wan metirsiyên mezin çê dike, her tiştî dişewitîne û qadên jiyana wan tune dikin. Welatiyan destnîşan kirin ku ji ber bombebaranê nikarin razên.    Balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) her roj bi balafirên şer sînor derbas dike û çiyayên li herêma Silêmanî, Zaxo, Duhok, Hewler û derdorên din bombe dike. Bi rojan e li herêma navçeyên Ranya, Qeladizan, Bradostê, Germiyan, Qandîl, Zaxo û gelek herêmên din bombe dikin. Ji ber bombebarana balafirên şer welatî di bin talûkeyê de dijîn. Welatiyên gundê Alekan ê herêma Bradostê ji Ajansa ROJNEWS’ê re axivîn. Welatiyan dan zanîn ku ji ber agirê ku leşkerên TSK'ê bi daristanên bax û bîstanên wan dixin, jiyana wan di bin gefekê mezin de ye. Ji welatiyên herêmê Sîdad Nebî anî ziman ku eskerên TSK'ê bi rojane derdora gundan bombebaran dike û wiha got: “Weke welatiyên gundê Alekanê em xwedî pezin û derametîn. Rojane dewleta tirk van herêmên sînor bombebaran dike."    Nebî destnîşan kir ku gelek metirsî li ser jiyana wan hene û wiha domand: “Ji ber hatina eskerên TSK'ê ya li ser sînoran, em gelek bifikarin. Heta niha welatiyên van gundan çend caran ji ber bombebarana dewleta tirk koçberî herêmên din bûn. Gelek metirsî li  ser van gundan hene.”   'BI HEZARAN SALIN EV WARÊ ME YE'    Ji welatiyan Ebdullah Ehmed jî diyar kir ku di her kêliyê de balafirên keşfê yên Tirkiye li ser gundê wan digerin û wiha got: “Hemû kesên li gund, niştecîh in. Bila dewleta tirk biçe li cihekî din bigere. Jiyana me di metirsiyê de ye. Em nikarin bi xweşî bigerin. Bi hezaran salane ev der warê me ye. Lê ji ber dewleta tirk ev der gelek nexweş bûye. Gelê me gulebaran dikin û her deverek şewitandin û wêrankirin.”   Welatî Nebî Rehman jî daxuyand ku Tirkiye ji bo wan pirsgirêk derxistine û wiha got: “Ji ber rewşa heyî, ji bo lawirên me pûş û giya nemaye. Hemû tişt şewitandin. Ji ber vê ji neçarî em pezê xwe ji bo çerê di bin herêmên cuda. Li hêla din jî ji ber bombebarana bênavber em nikarin birazên. Jiyana me di bin metirsiyê de ye. Ji ber ku dewleta tirk gelek nêzî gundê bûye. Hemû darên heyîn şewitandin.”