Temellî malbata Adsan ziyaret kir 2018-08-23 11:38:56   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, tev li şîna malbata Endama Dîwana Hevserokatiya KCD'ê Dîlek Adsan ku xwîn çû ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da, bû û sersaxî ji malbatê re xwest.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temelli, tev li şîna malbata Endama Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Dîlek Adsan ku xwîn çû ser mejiyê wê û jiyana xwe ji dest da, bû û sersaxî ji malbatê re xwest.    Li gel Temellî, Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca, Mehmet Ruştu Tiryaki û rêveberen HDP'ê jî malbat ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê re xestin.