Aydeniz: Tiştên li Dersimê diqewimin berdewama polîtîkayên şewitandina gundan e 2018-08-23 09:16:16     AMED – Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku di nav heyeta çû Dersimê deverên hatin şewitandin lêkolîn kir de cih girt, destnîşan kir ku ev şewat berdewama projeyên şewitandina gundan û xalîkirina herêmê ya ji mirovan a di salê 90'î de ye.    Şewata li Dersimê ku ji ber operasyonên leşkerî rû da her diçe berbelavtir dibe.  Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku di nav heyeta çû Dersimê deverên hatin şewitandin lêkolîn kir de cih girt, destnîşan kir ku şewat berbelav dibe û hindik maye bigihê qadên jiyanê. Aydenîz, diyar kir ku şewata l daristanan piştî operasyonên leşkerî rû daye. Aydenîz bilêv kir ku bi şewatê re dewlemendiyên li herêmê tune dibin û got: "Dê bi şewitandina daristanan pirsgirêk çareser nebe. Ên bi xwezayê re şer bikin dê nikarin ew û mirovan li hev bikin."    Waliyê Dersimê gotibû "Dîmenên di çapemeniyê de dertên ne ên Dersimê ne. Ên dişewitin ne daristan in, qirş û qal in." Aydenîz bertek nîşanî vê daxuyaniya walî da û got: "Ev şewat ne cara ewil e. 40 sal in li herêma me bi hinceta operasyonan daristan tên şewitandin. Em baş dizanin ku di serî de li Dersimê û bi giştî li gelek bajarên din bi heman hincetê daristan tên şewitandin. Bi şewitandina daristanan re qadên jiyanê yên giyaneweran tên şewitandin. Li Dersimê ji heywanan bigire heta nebatn hemû giyanewer bi komkujiyê re rû bi rû ne. Di salên 90'î de bi şewitandina gundan dixwestin herêmê ji mirovan xalî bikin. Ev rêbazeke polîtîkayên şerî ye û didome. Ev ne çareserî ye."    Aydenîz, diyar kir ku bi salan e xwezaya Dersimê bi ocaxên madenê, bi HES û bendavan re rû bi rû ye û got: "Niha jî şewat heye. Li herêmên ku daristan lê tên şewitandin, em dizanin ku projeyên maden û HES'ê lê hene. Ma ev tesaduf e? Ev şewat tên wateya tunekirina qadên giyanewerên li wir. Me dît ku dixwazin çanda xwezayî yaDersimê biguherînin. Dixwazin Dersimê bê daristan bihêlin. Çavkaniyên debarê yên mirovan tên tunekirin."    Aydenîz ji bo vê yekê bang li herkesî kir.