Keskin: Di windakirina binçavan de demborî nepêkan e 2018-08-23 09:14:24     STENBOL - Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku windakirina di bin çavan de polîtîkayeke dewletê te û di van bûyeran dedemborî tune ye.    Di salên 90'î de li bajarên herêmê bi sedan mirov hatin windakirin, koçberî pêk hatin û gund hatin şewitandin û valakirin. Li hemberî vê yekê xizmên windayan tim û tim li xizmên xwe geriyan û dev ji têkoşîna xwe bernedan. Di salên 90'î de ji 472 kesên bi zorê hatin windakirin aqûbeta 264 kesan nediyar e û 208 kes jê jî cenazeyên wan hatin dîtin. her wiha ji 472 kesan 200 jê hîn jî dosyeya wan a lêpirsînê didome. Ji van dosyeyan 40 jê hatin lêkolînkirin û der barê wan de biryara demboriyî hat dayîn. Heta niha ji 344 kesan 129 jê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Der barê 55 serlêdanan de bi hinceta "binpêkirinê", "neqebûlkirinê" biryar hatin dayîn.    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku polîtîkaya windakirina di bin çavan de ji sala 1915'an de didome û ev yek 23 sal berê ji aliyê xizmên windayan ku çalakiya Dayikên Şemiyê dan destpêkirin xuyangtir bû. Keskîn, diyar kir ku ji bo windakirina di bin çavan de Komara Tirkiyeyê ji bo îmzekirina Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) li ber xwe dide û got: "Li gorî peymana NY'yê di bûyerên windakirina bin çavan de demborî ne pêkan e. Yanî ev bûyer ne wekî ya cinayetekî û kuştina mirovekî ye. Lê Tirkiye di Qanûna Ceza ya Tirk de, ji bo demboriyê 20 salan esas digire. Yanî van mirovan wekî mirovên mirî dihesibîne. Û di 20 salan de di wê dosyeyê de tu tiştî nake û biryara demoboriyê dide. Halbûkî eger ev peyman bê îmzekirin dê ev demborî nederbasdar be. Ev yek jî bi awayekî aşkere nîşan dide ku windakirina di bin çavan de polîtîkaya dewletê ye."    ‘PEYWIRDAREKÎ DEWLETÊ JÎ NEHAT CEZAKIRIN'    Keskîn, destnîşan kir ku ji ber sûcên ku kirine peywirdarekî dewletê jî nehatiye cezakirin. Keskîn dosyeya Cemîl Kirbayir ku di 8'ê Cotmha 1980'yî de hat windakirin bi bîr xist û got: "Ji aliyê Komsîyona Mafên mirovan ku piranî parlementerên partiya îktîdarê di nav de bi awayekî aşkere diyarkirin ku Kirbayir di bin çavan de hatiye kuştin. Lê belê dîsa jî der barê vê yekê de tu  gav bi pêş ve nehat avêtin. Her wiha di bûyera Cunet Aydinlar de jî qeyda ku li dozgeriyê di bin çavan de ye heye, lê der barê wî de jî hat gotin ku reviyaye. Yanî ji wê rojê heta niha di meseleya windayan de geşedaneke girîng rû nedaye."    ‘ÎTIFAK BI SERDEMA TOROSÊN SPÎ RE ÇÊKIRINE'    Keskîn, bi bîr xist ku serokwezîrê wê demê Recep Tayyip Erdogan "meseleya windayan" xistiye rojevê û got: "Erdogan bi xizmên windayen re civînek çêkir. Ew serdem wekî serdema "torosên spî" hat binavkirin. Got 'wê di serdema me de ev yek bên aşkerekirin û dê êdî winda çênebin.' Lê belê kesên wek Mehmet Agar û Tansû Çîller ku bi windakirinan tê bilêvkirin îro tev li civînên AKP'ê dibin. Yanî niha bi serdema 'torosên spî' re îtifaq çêkirin. Yanîw isa xuya dike ku dê di demeke kurt de winda aşkere nebin. Lê wekî parêzvaneke mafê mirovan ez ê vê têkoşînê berdewam bikim."    Keskîn bilêv kir ku 700 hefte ye mirov li kuçeyan li windayên xwe digerin û got: "Biçin li cihê çalakiya Dayikên Şemiyê binerin, gelek mirovên di wir re derbas dibin bêyî li wan binerin derbas dibin. Yanî heta ev civak wisa be, en mimkun e ku ev pirsgirêk çareser bibe. Avaniyeke totalîter a dewletê heye. Gel jî dişibe dewletê. Li vê erdnîgariyê gelekî ku napirse heye. Lê belê dema em dest bi pirsan bikin dê ev êş sivik bibe û pirsgirêk çareser bibe."    MA / Melike Ceyhan