Girtîgeha Amedê Kurdî 'zimanê nayê zanîn' pênase kir 2018-08-23 09:00:45         AMED - Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê bi hinceta rojname avêtine hewşa cîranên xwe li 16 kesan bi îdîaya "komkomî bûne" mehek ceza birî. Ji bo daxwaza îfadedayîna kurdî jî “zimanekî nayê zanîn" derbasî girtekê kirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê di 30'ê Tîrmeha 2018'an de girtiyên kawîşa A-5, rojnameya di destê xwe de li hev badan û ji bo hevalên wan bixwînin avêtin hewşa kawîşa cîran (A-4). Lê Rojname di têla navbera hewşan de aliqî û li hewa ma. Dema girtiyên kawîşa A-4 hewl dan rojnameyê ji nava têlan daxin, cîhaza sensora hişyariyê ket tevgerê û li ser vê yekê gardiyanên înfaz û parastinê yên îdareya girtîgehê bi ser kawîşên A-4 û A-5 de girtin.  Li gorî girteka 30'ê Tîrmehê Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê der barê girtiyên kawîşa A-4'an  Osman Ozum, Ercan Tunç, Nurullah Çîftçî, Nurî Keleş, Abdurezzak Şimşek, Lokman Akbaba, Necatî Çepik, Mehmet Polat, Aydin Altıg, Recep Bal, Yahya Fîdan, Şukru Gokturk, Ramazan Algan, Nevzat Tedîk, Mehmet Aylak û Veysel Guntin de lêpirsîn da destpêkirin.    ÎFADEYA WAN NEGIRT    Lîjneya Dîsîplînê di 1'ê Tebaxê de ji girtiyan ji bo parastina nivîskî nivîs ji girtiyan re şand. Lê 16 girtiyan xwest parastinê bi devki bikin û daxwazname dan rêveberiyê. Li ser ve yekê rêveberiyê Guntin û Altig ji bo îfadeya wan bistîne birin Serokatiya Lijneya Dîsîplînê. Guntîn û Altig ku xwestin bi kurdî parastin bikin, rayedaran xwestin bi nîzama leşkerî îfade bidin. Lê ji ber ku 2 girtiyan ev rewş qebûl nekir, beyî îfadeya girtiyan bistîne ew dîsa şandin kawîşê.    Serokatiya Lijneya Dîsîplînê piştre der barê 16 girtiyên ku îfadeya wan negir de bi sedema "ketine nava tevgerên ne guncav û komkomî bûne" mehek cezayê xizmeta civakî li girtiyan birî.    ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN    Lijneya Dîsîplînê ji bo 2 girtiyên ku xwestin bi kurdî îfade bidin jî bi gotina "Dê îfadeya xwe bi zimanê nayê famkirin bidin" derbasî girtekê kirin.