ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2018'AN 2018-08-23 09:00:13       * Dildara KADAV'ê Ozgul Kaptan, destnîşan kir ku penaberî û koçberî rîska îstismarkirina zayendî zêde dike û got: "Ya ku dibê bê kirin ew e ku polîtîkayên rê li ber îstismarkirina zayendî bigirin pêk bên."    * Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku windakirina di bin çavan de polîtîkayeke dewletê te û di van bûyeran dedemborî tune ye.    * Esnafên Emînonuyê diyar kirin ku ji ber krîza aborî her tişt hatiye zemkirin û di cejnê de jî karê wan nebûye. Gokhan Delîkayayê ku 20 sal in li Emînonuyê esnaftiyê dike got: "Li Mahmûtpaşayê her kes perîşan bûye. Kî bibêje karê min baş e derewan dike."    * Rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê bi hinceta rojname avêtine hewşa cîranên xwe li 16 kesan bi îdîaya "komkomî bûne" mehek ceza birî. Ji bo daxwaza îfadedayîna kurdî jî “zimanekî nayê zanîn" derbasî girtekê kirin.    * Şikeftên Hasûnî yên navçeya Farqînê ku cih û warên dîrokî ne, ji ber ku nayên parastin bûye warê gencînegeran û her der tê kolankirin û wêrankirin.    * Parlementera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz ku di nav heyeta çû Dersimê deverên hatin şewitandin lêkolîn kir de cih girt, destnîşan kir ku ev şewat berdewama projeyên şewitandina gundan û xalîkirina herêmê ya ji mirovan a di salê 90'î de ye.    * Dildarê xwezayê Serdar Dûman ku ji bo tefandina şewata li Dersimê her roj diçe herêma dişewite, bilêv kir ku qadeke bi hezaran hektarî bûye xwelî û got: "Qîrîna çivîkên ku dişewitin ji kerika guhê me dernakeve."    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî lê li Wanê tev li cejna pîrozbahiyê ya gel bibe. Li bajarên din jî HDP dê li avahiyên xwe cejna gel pîroz bike. (11.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê biboneya Nursel Tanrıverdi û Selvi Polat ên li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê KHK şermezar kirin û hatin girtin dê li avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)    * Xizmên 34 kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest dan, lê li ser gorên xizmên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê.