ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn? 2017-10-21 09:28:27 ŞIRNEX – Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî li cihê hezana kana komirê ya Şirnexê lêkolînan kir û got “Heta roja îro mayîna xebatkarên li vir a li jiyanê mucîze ye. Beriya gel bê mexdûrkirin divê tedbîr bên sitendin.”  Şandeyek ji Şaxên ÎHD’ê ya Amed û Şirnexê, TMMOB, DÎSK, Odeyên Bijîşkan ên Amed û Şirnexê pêk dihat li Kana Madenê ya Hejmara 1’emîn a Şirnexê ku di 17’ê cotmehê de hezan pêk hat û 7 karkeran jiyana xwe ji dest dan lêkolînan kirin. Şandeya rêxistinên sivîl dê têkildarî hezanê di rojên pêş de raporek ji raya giştî re aşkere bike.    ‘HEVKARIYA KOMKUJIYÊ YE’    Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku dema ew çûne kana komirê bi dîmenek xof re rû bi rû mane û got: “Heta roja îro mayîna xebatkarên li vir a li jiyanê mucîze ye. Vê bûyerê gelek erzan bi ser xwe re avêtine. Ne ewlehiyek û ne jî ji bo tu rêgezan li ber çavan bigirî hişyariyek heye. Karker bê ewle hatine xebitandin. Komir li ber çavê hemû Şirnexiyan, hêzên dewletê û burokratan hatiye derxistin. Çavê xwe ji her tiştî re girtine. Ev jî aşkere hevkariya komkujiya wir e. Ev rewşek xetere ye.”    'ÇAWA HEYA DEWLETÊ JÊ TUNE YE?’   Bîlîcî bal kişand ser daxuyaniyanên rayedarên dewletê ya “qaçax” û wiha dewam kir: “Li Şirnexê çûkek difire heya dewletê jê heye. Bi kamyonên mezin ji vir komirê derdixin çawa agahiya wan jê çênabe?” Bîlîcî da zanîn ku heta tedbîr neyên girtin divê di kanên komirê de kes neyê xebitandin û wiha axivî: “Heke tedbîr neyên sitendin dê li wir binpêkirina mafan bijî. Divê ku bi zanistî li kanên komirê xebat bê meşandin. Pêwîste ku gel neyê mexdûrkirin.”    'TENDURISTÎ Û EWLEHÎ TUNE YE’    Serokê Odeya Bijîşkên Amedê Mehmet Şerîf Demîr jî destnîşan kir ku ya pêk hatiye ne qezaye û berovajiyê qezayê cînayeta kar pêk hatiye. Demîr anî ziman ku li wê kargeha komirê ew nikarin behsa tenduristiyê bikin û got: “Ne mimkun e mirov behsa tenduristiya kar û ewlehiyê bike. Gotina ‘qaçax’ jî ji berpirsyartiyê revandine. Beriya her tiştî divê kana komirê bihata girtin û li gorî prosedurên madenê xebat bê kirin.”