HDP'ê bi gel re cejn pîroz kir 2018-08-22 16:33:35   ENQERE / SÊRT - Parlamentera HDP’ê Huda Kaya ya li navenda giştî ya partiyê bi gel re cejn pîroz kir, diyar kir ku desthilatdaran bi sedsalane pîroziyên gel îstîsmar dike û got: “Desthilatdar bi vî awayî seltenata xwe berdewam dikin.”     Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li avahiya Navenda Giştî bi gel re cejn pîroz kirin. Parlamentera Stenbolê Huda Kaya, parlamenterê Edeneyê Kemal Pekoz û endamê PM’ê Alî Ozkan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Huda Kaya piştî pîrozkirina cejna gel, axaftinek kurt kir û got: “Em ê tu carî rê nedin ferasetên îstîsmarkar ên desthilatdaran.”    ‘PÎROZIYÊN GEL TÊN ÎSTÎSMARKIRIN’   Kaya, anî ziman ku hemû rêyên heqîqetê li gel girtin û wiha bilêv kir: “Ger heqîqet neyê zanîn, dûrbûn pêş dikeve. Desthilatdar bi sedsalane ji bo seltenata xwe pîroziyên gel îstîsmar dikin. Çi dema ku hesret û dûr bûn bi dawî bûn, wê demê emê bi awayekê keyfxweş cejnan pîroz bikin.”   HDP ‘SÎWANA HEVBEŞE’   Parlamenterê Edeneyê Kemal Pekoz jî, diyar kir ku di demên dawî de li ser HDP’ê hin nivîs û nûçe di çapemeniyê de tên weşandin û wiha bilêv kir: “Hemû kes jî dizanîn HDP partiya siwanê ya hevbeşe. Li dijî hemû hewldanên li ser partiya me, divê em li her derê behsa felsefeya partiya xwe hevpar bikin.”   LI SÊRTÊ JÎ CEJIN HAT PÎROZKIRIN    Rêxistina HDP’ê ya Sêrtê jî, li avahiya partiyê bi gel re Cejna Qûrbanê pîroz kir. Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş, Mehmet Siddik Taş, hevserokên HDP’a bajêr Serdar Batûr û Ayşe Ekîncî beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûn. Di bernameyê de cejna welatiyan hat pîroz kirin û şekir pêşkêşî gel hat kirin. Piştî bernameya pîrozbahiya, Beştaş û Taş çûn serdana malbatan.