Aynûr Dogan ji bo Dersîmê peyam weşand: Tu bi şewitî ezê bibim xwelî 2018-08-22 15:27:47   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Aynûr Dogan, derbarê şewata li Dersîmê berdewam dike de banga hestiyariyê kir û got: "Ger tu bijî ezê bibim bêhn, ger tu bişewitî ez ê bibim xwelî."   Hunermend Aynûr Dogan derbarê şewata li Dersimê berdewam dike de, li ser hesabê twitterê bertek nîşan da û wiha got: "Ger tu bijî ezê bibim bêhn, ger tu bişewitî ez ê bibim xwelî. Ji 10 rojan zêdetire daristanên Dersimê dişewitin û ji derveyî gel, kesek mûdaxileyê şewatê nake. Bi dehan car çiyayên me hatin şewitandin û em bûn şahidên xweliya wan."