Temellî malbata Şenyaşar ziyaret kir: Nikarin ser bûyerê veşêrin 2018-08-22 15:18:57   RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelli, malbata Şenyaşar ê ku li Navçeya Pirsûsê bav û 2 kurê wan ji aliyê zilamên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halil Yildiz ve hatin kuştin ziyaret kir. Temellî, di ziyaretê de diyar kir ku çi bibe bila bibe nikarin ser bûyerê veşêrin û malbata Şenyaşar ne bi tenê ye. Osman Şenyaşar jî got "Daraz li cem zaliman e'      Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî di çarçoveya Cejna Qurbanê de piştî avahiya HDP'ê ya Rihayê ziyaret kir çû malbata Şenyaşar ziyaret kir. Beriya arîfeya Cejna Renezanê zilamên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahim Halîl Yildiz, bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtibûn û 2 kur û bav kuştibûn. Temellî, dayika malbata Şenyaşar Emine Şenyaşar ziyaret kir. Li gel Temellî, parlamenterê HDP'ê, Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Nusrettin Maçin û Nimetullah Erdogmuş, endam û rêberên HDP  û DBP’ê, endamên Dayikên Aştiyê tev li ziyaretê bûn. Temelî, soz da Emine Şenyaşar ku hesap ji berpirsiyaran bipirsin. Temellî, anî ziman ku malbata Şenyaşar  ne bi tenê ye.      Temellî, anî ziman ku hêj hesap nehatiye pirsîn û û tevî ku ji 17 çekên cuda gule hatiye barandin û gule di bedenan de hatye dîtin jî hêj berpirsiyar nehatine binçavkirin û girtin. Temellî, anî ziman ku li vî welatî AKP heye û edalet tune û wiha got: "Malbata Şenyaşar ne bi tenê ye."    Birayê Esvet Şenyaşar Osman Şenyaşar jî diyar kir ku di ser bûyerê re 2 meh derbas bûn, lê hêj rastî nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin. Şenyaşar, anî ziman ku Daraz li cem zaliman tune xwest daraz lêpirsinek bê alî pêş bixe û bersûcan darizîne.